Ji bo nûçeya tirkî (1) (2) / ingilîzî bitikîne
Li Yûsûfelî navçeya Artvînê di saetên êvarê de ji ber barana zêde li cîhê ku şantiyeya Bendava Yûsûfeliyê lê ye hezaz pêk hatiye.
Welatiyan kesekî ku ber bi ava lehîyê ketiye rizgar kirine. Piştî ku wî dişinin Nexweşxaneya Dewletê ya Yûsûfelîyê, ew li wir miriye.
Di encama xebatên lêgerîn û rizgarkirinê de cesedê Mustafa, hevjîna wî Muşerref û kurê wî Salih Sonmazî hatine ku wesayîta wan ber bi lehiyê ve ketiye. Li gor vê encamê hejmara miriyan gihîştiye 4an.
Di vê navberê de rêya Erzerom û Artvînê ji ber barana zêde û pêkhatina hezazê ji hatûçûnê re hatiye girtin.
Li Agiriyê şivanek miriye
Li gundê Dumanli yê Agiriyê jî ji ber barana zêde lehî rabûye. Ali Osman Eytemîş, şivanê 12 salî ber bi avê çûye û cesedê wî 6 kîlometro dûrî wî cihî hatiye dîtin ku lê winda bûye.
Cesedê Eytemîşî birine Nexweşxaneya Dewletê ya Agiriyê. (TP/AO/AY/FD)
*Fotograf: AA