Fotograf: Medya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Arjantînê demeke jin ji bo mafê kurtajê têdikoşin. Di encama hewildanên jinan de Senatoya Arjantînê kurtaj kiriye qanûnî.
Arjantîn, bi qanûnî kirina kurtajê li Amerîkaya Latîn bûye sêyem welat.
Alberto Fernandez, Serokê Arjantînê pêşnîyaznameya qanûnîkirina kurtajê di 17ê Çiriya Paşiyê de ji bo pesendkirinê pêşkeşî Kongreyê kiribû. Qanûnîkirina kurtajê di dema hilbijartinan de di nav sozên Fernandezî de cîh digirit.
Li gorî nûçeya Guardîanê jinên ku li pêş qesra kongreya neoklasîk ya Bûenos Aîresê nobedar bûne, bi coşekî mezin pêşwazî li biryara qanûnîbûna kurtajê kirine.
Ingrid Beck, rojnamegera ku zanyarî daye Guardîanê gotiye, “ Tekoşîna Mafên Jinan her dem zihmete û vê carê em neçarman ku li dijî şewbê têbikoşin. Ji ber vê ez ji vê encamê gelek kêfxweş im.” (EMK/AY)