Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Gundê Bayraklara navçeya Elmaliya Antalyayê komeke nijadperest ku ji 300 kesan pêk hatiye êrişî malbata Kûrga kirine. Malbata Kûrga karkerên demsalî bûne û piştî êrişê ji gund derketine.
“Hûn Kurd in xaka me terk bikin”
Servet Kûrga ku karkere bi Ajansa Mezopotamyayê re axiviye û diyar kiriye ku 2 roj in nijadperest êrişî wan dikin û weha gotiye, “Duh di saet 00.00an de êrişî me kirin. Poz û parsûyên patronê me şikandin. Ji me re jî gotin, 'Hûn Kurd in, xaka me terk bikin. Îro jî hatin êrişî me kirin. Niha em di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tên derxistin. Me tu amûrek xwe jî negirt. Em diçin gel xizmên xwe yên li Elmaliyê.”
Mûstafa Kûrga, yek ji endamên malbata Kûrga ye ku li Îzmîrê dijî, desnîşan kiriye ku piştî 4 saetan bi telefonê xwe gihandiye malbata xwe û dîmenê ku li ser medya sanal weşiyaye yê îroye û gotiye, “Îro 2 roj in komeke nîjadperest êrişî malbata me dike. Niha malbata me di bin kontrola cendirmeyan de ji gund tê derxistin. Wê biçin cem xizmên me. Zarok jî di nav de 16 kes tên tehliyekirin. Ez ji ewlehiya malbata xwe bifikar im. Hê jî bi fikar im.”
“Em ê we bişewitînin”
Kûrga têkildarî êrişê diyar kiriye û gotiye, “Duh bi şev komeke nîjadperest bi ser malê de girtiye û li kesên li malê daye. Cendirmeyên ku hatine cihê bûyerê ji malbata min re gotine, 'Titşekî ji destê me nayê. Ji bo ewlehiya canê xwe vê derê terk bikin'. Vê koma nîjadperest ji malbata min re gotiye, 'Hûn Kurd in, em we li vir naxwazin. Heta sibê em dem didine we. Heke hûn sibê Elmaliyê terk nekin em ê we bi malbata we re bişewitînin'. Îro jî dîsa hatine û êriş kirine. Du caran êriş kirine. Ev kes gundî ne lê ji xwe re dibêjin, 'Em ulkucî ne'. Mixtarê gund bûyerê sor dike. Dibêje, 'Ew ê ji vir biçin'. Malbata min gund terk kir."
Bulbul: Em ê hevdîtinên pêwîst bikin
Li aliyê din Parlamenterê HDPê yê Antalyayê Kemal Bulbul jî li ser hesabê xwe yê Twîtterê têkildarî mijarê daxuyanî daye û gotiye: "Ji bo malbata Kûrga ku li taxeke Elmaliyê êriş li wan hatiye kirin, me bi serokê navçeyê û rayedaran re hevdîtinên kiriye û di encama wan hevdîtinan de ji bo îşev pirsgirêka ewlehiyê ya malbata me tune ye. Serê sibehê em ê hemû hevdîtinên pewîst bikin."
(DŞ/AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê