Fotograf: HDP
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ammanê bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera Ereb û Kurdan de konferansek pêk hatiye. Komîteya Hewldana Kurd-Ereb û Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudusê konferans saz kiriye.
Li gorî nûçeya Yenî Yaşamê li dawiya hefteyê li Urdunê pêşeroja hevbeş ya Kurd û Ereban di Konferansa Diyaloga Kurd-Ereban de hatiye nîqaşkirin.
Di konferansê de mijarên weke hemwelatiya çalak û wekhev, neteweya demokratîk, mafê çarenûsê, serwerî û parastina yekparebûna axa welatan hatin nîqaşkirin.
Konferans li Amman, paytexta Urdunê pêk hatiye. Li Tirkiye, Felestîn, Urdun, Lubnan û Sûriyeyê siyasetmedar tevlî konferansa ku bi sernava “Ereb û Kurd: Diyalog Rêya Pêşerojeke Hevbeş e” hatiye sazkirin, bûye.
Ebru Gunay, Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) li ser daxwaza Komîteya Hewldana Kurd-Ereb û Navenda Lêkolînên Siyasî ya Qudusê tevlî konferansê bûye. Konferans bi armanca xurtkirina pêwendiyên di navbera Kurd û Ereban de saz bûye.
Di konferansê de mijara “rola jinên Kurd û Ereb di parastina aştî û aramiyê de, di afirandina jîngeheke bihevre de û di sazkirina edaletê ji bo hemû kesî de" hatiye nîqaşkirin.(AEK/AY)