Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hin dezgehên rojnamegeriya dijîtal û weşanên rojane û heftanê yên weke HuffPost û BuzzFeedê ku li DYAyê populer in, di nava mehê de bi giştî hezar û 600 xebatkarên xwe ji kar derxistine û ragihandine ku ew ê hê jî ji kar derxin.
HuffPost, Yahoo News û AOL a ku di bin banê Verizonê de ne, bi giştî hezar xebatkarên xwe, Gannet Co. ya USA Today di bin banê wê de ye çarsed û BuzzFeedê jî dused û pêncî xebatkarên xwe ji kar derxistiye.
23yê Kanûna Pêşiyê The Wall Street Journal û BuzzFeedê ragihandibû ku ew ê ji sedî 15ê xebatkarên xwe, Verizonê jî diyar kiribû ku ew ê ji sedî heftê xebatkarên xwe ji kar derxe.
Destpêkê quncik û beşê nûçeyên netewî hatiye girtin
HuffPostê roja pêncşemê komeke xebatkarên xwe ji kar derxistiye ku di nava wan de Jason Cherkis, fînalîstî Xelata Pûlîtzerî jî heye. Her weh quncika wî ya bi navê “Raman” girtiye. Roja piştî wê BuzzFeddê beşê nûçeyên netewî, yê ewlekariya netewî û yê tenduristiyê girtiye.
Di dawiya sala 2018ê de dezgehên medyaya dijîtal ên weke Mic û Refinery29ê yan hatibûn firotin han jî biçûk bibûn. (EO/HK/FD)
Çavkanî: The Cut, New York Post, The Hill