Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji bilî hin taxên li derûdora bajêr, xebatên diyarkirina avahiyên ziyandîtî yên li Amedê bidawî bûne. Di dema erdhejên 6ê Sibatê de yek ji bajarên ziyandîtî Amed bû.
Li gorî nûçeya MAyê, Platforma Parastin û Piştevaniya Bajêr a Amedê, li ser hesabê xwe yê medyayaya civakî hin zanyarî derbarê mijarê de weşandine. Li gorî van zanyariyan, lêkolîna 159 hezar û 832 avahiyan hatiye kirin, 22 avahî rûxiyane, divê 66 avahî bi lez û bez bên rûxandin. Her weha ziyanên mezin gihîştiye 3 hezar û 252 avahiyan, ziyanên navincî gihîştiye 2 hezar û 828 avahiyan û ziyanên kêm gihîştiye 32 hezar û 652 avahiyan.
Lêkolîna 6 hezar û 895 avahiyan nehatiye kirin
Platformê destnîşan kiriye ku ziyan negihîştiye 97 hezar û 383 avahiyan, 13 hezar û 842 avahî jî nehatine nirxandin. Lê nehatiye gotin ku ka nirxandin ji bo çi nehatiye kirin. Di dewama daxuyaniyê de Platformê diyar kiriye kul i 2 hezar û 892 avahiyan tespit nehatiye kirin, 6 hezar û 895 avahî jî ji ber deriyên wan girtî bûn, ziyanên wan nehatine tespîtkirin. (EMK/FD)