Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Kayapinar, navçeya Amedê, wesayiteke zirxkirî ya polîsan li bin guhê mînîbuseke sivîlan ketiye. Bûyer di saetên sibehê de li Taxa Hûzûrevleriyê bûye. Niştecihan giliyê dizan kiriye û polîs bi wesayita zirxkirî çûne cihê bûyerê. Dema polîs çûne wir, gumanbar ji cihê bûyerê reviyane û polîsan daye dû wan.
Wesayita zirxkirî li bin guhê wesayiteke sivîlan daye. Di dema qezayê de wesayita zirxkirî qulipiye, wesayita sivîlan jî ji rê derketiye û çûye di nava erdekî vala de sekiniye.
Di encama qezayê de polîsekî ku di wesayita zirxkirî de bû û du sivîlên di wesayita din de birîndar bûne. Birînên her sê kesan jî sivik in. Li gorî zanyariyan Hadî Guler, kurê girtiyê nexweş Siddik Gulerî û Sedat Cevîzlî û Welat Kahraman di wesayita sivîlan de bûn.
Birîndar bi ambûlansan birine Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargilî. Rewşa birîndaran baş e lê ji ber êşa sînga wî, Cevîzlî wê li nexweşxaneyê dewam bike.
Ne cara pêşiyê ye ku qeza pêk tê
Qezaya îro ne qezaya pêşiyê ye ku li herêmê pêk tên. Gelek caran agahiyên qezayan ji herêmên tên ku di encama wan de mirin jî dibin. Saziyên civaka sivîl balê dikişînin ser qezayên ku ji ber wesayitên zirxkirî dibin.
Li gorî daneyên Navenda Dokumantasyonê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TIHV), di navbera 2008-2021ê de herî hindik 76 caran wesayitên zirxkirî li welatiyan dane û di encamê de 20 jê zarok 42 mirov mirine.
Di 4 salên dawiyê de 14 jê zarok, 50 kes birîndar bûne,9 jê zarok 18 kes jî ji ber qezayên wesayitên zirxkirî can dane. (HA/FD)