Komeleya Wêjekarên Kurd û MED-DER wê li Amedê “Kargeha Nivîskariya Afirîner” li dar bixe.
Kargeh wê 23ê Îlona 2023yan dest pê bike û wê 6 hefteyan bidome. Her hefte wê nivîskarek beşdarî Kargehê bibe ku bername wê dawiya hefteyê du rojan û her rojan wê du saetan be. Hinek ders wê online bin û yên din wê rûbirû bin.
Zimanê Kargehê wê bi kurmancî be û bi tenê 30 kes wê bên qebûlkirin. Paşê jî Kargeh wê li Êlih, Mêrdîn û Wanê li dar bikeve.
Di Kargehê de wê Dr. Dilawer Zeraq derbarê “Afrîneriya Zimanî û Zimanê Wêjeyê” de, Şêxo Fîlîk wê derbarê “Çîroka Modern û Zimanê Rexneyî” de, Yildiz Çakar wê derbarê “Di Romanê de Çêkirina Nasnameya Jinê, Têkçû-Avabûn, Zayenda Civakî di Warê ‘Kes’ û ‘Mêbûnê’ de”, Lal Laleş wê derbarê “Deng û Rengê Helbestê” de, Sîdar Jîr wê derbarê “Çîrok û Honaka Çîroka Modern” de, Omer Dilsoz jî wê derbarê “Di Romanê de Xwemalî”yê de biaxivin.
Ji bo serlêdanê û zanyariyên zêdetir, bitikîne
(FD)