Li Amedê wê bernameyek derbarê "Helbesta Kurmancî" de pêk bê
Bername wê bi navê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî” li dar bikeve.
![Li Amedê wê bernameyek derbarê "Helbesta Kurmancî" de pêk bê](https://static.bianet.org/haber/2023/10/31/li-amede-we-bernameyek-derbare-helbesta-kurmanci-de-pek-be.jpg)
Li Amedê wê bernameyek derbarê helbesta kurmancî de li dar bikeve.
Bernameya bi navê “Ji Cegerxwîn heta Arjen Arî Helbesta Kurmancî” wê di 4ê Çiriya Paşiyê de pêk bê.
Îrfan Amîda û Rêzan Diljen wê derbarê helbesta kurmancî de biaxivin. Fatêxan û Roza Metîna jî wê helbestan bixwînin.
Bernameya ku wê li avahiya Şaxa Hejmara 1ê ya Egitim-Sena Amedê be û Fatîme Tekîn wê moderatora bernameyê be.
Komeleya Wêjekarên Kurd, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê û PENa Kurd bi hev re vê bernameyê saz dikin. (FD)