Li Amedê Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan
Tora Çand û Hunera Kurdî li eywana Şanoya Bajêr a Amedê 5 kurtefîlm û fîlmek metraj dirêj nîşan dan.
![Li Amedê Tora Çand û Hunera Kurdî 6 fîlm nîşan dan](https://static.bianet.org/haber/2024/05/06/li-amede-tora-cand-u-hunera-kurdi-6-film-nisan-dan.jpg)
Tora Çand û Hunera Kurdî ku bi hevkariya Şanoya Bajêr a Amedê, Weqfa Mezopotamyayê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn hatiye avakirin, li eywana Şanoya Bajêr a Amedê bernameya nîşandana fîlman li dar xist.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di bernameyê de ewilî kurtefîlmên bi navê “Çerx”, “Gola Cinan”, “Dengê Kilîtan”, “Zimanê Çîya” û “Vejîna Perperokê” hatin nîşandan.
Herî dawî jî fîlmê metraj dirêj ê bi navê “Gava Şitil Mezin Dibin” ku ji hêla Komîna Fîlm a Rojava ve hatiye amadekirin, hat nîşandan. Temaşevanan fîlm gelek ecibandin û bi baldarî temaşe kirin.