Fotograf: Medyaya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Odeya Doktoran a Amedê li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihandiye, li Amedê ji ber Covîd-19ê tenê di rojekê de 15 kes mirine.
Odeyê di daxuyaniyê de destnîşan kiriye, ji ber ku daneyên bajaran aşkere nakin û hejmara pêket û miriyan kêm nîşan didin, cîvak xwe sist berdidin û tedbîran nasitînin.
Odeyê di daxuyaniyê de weha gotiye:
“Di şewbê de kontrol ji dest çûye, hemû berpirsiyarî dane ser milê gel û kedkarên tenduristiyê. Ji ber ku di nexweşxaneyê de cîh nemaye nexweşên me yên giran yên Covîd-19ê di mal de bi başî nayê dermankirin û zihmetiyan dikêşînin.”
Odeyê destnîşan kiriye, Divê dev ji fikarên aborîyê berdin û gotiye, “Divê pêdiviyên civakê bê cîbicî kirin, tedbîrên bên stendin da kû çûnûhatina civakî kêm bibin.
Daneyên ku me ji hevalên xwe yên kar peyda kirine û daxuyanîyên rayedaran ji hev cûda ne. Em carekî din ji rayedaran dixwazin, bila pêvajoyê bi zelalî bi rê ve bibin û grîngiyê bidin tenduristiya civakê.” (RT/AY/FD)