Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin
![Li Amedê Şeva Yeldayê hat pîrozkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/271/822/original/şeva_yelda.jpeg)
Fotograf - Vîdeo: Roza Yiğit / bianet
Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê, Enstîtuya Kurdî ya Amedê, Komeleya Wêjekarên Kurd û Kovara Destarê li avahiya Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê duh bi şev, Şeva Yeldayê hat pîrozkirin.
Di destpêka bernameyê de yek ji endamên Komeleya Wêjekarên Kurd Nurcan Delîlê bixêrhatina mêvanan kir û anî ziman ku, Şeva Yeldayê ji bilî bakur li her sê parçeyên Kurdistanê, başûr, rojhelat û rojavayê tê pîrozkirin û îsal ji bo cara yekem li bajarê Amedê û gelek bajarên Kurdistanê bi awayekî berfireh û hevbend hat pîrozkirin. Piştî axaftina Delîlê sînevîzyoneke berfireh ku behsa Şeva Yeldayê dike hat nîşandan.
Di pîrozbahiyê de; şerbet, fêkî, meşrûbat û xwarina danûyê hatin belavkirin. Dengbêj Sadiqê Farqînî kilam gotin, pişt re helbest hatin xwendin. Piştî helbestxwendinê pêşbirka sêva mêxekrej hat lidarxistin. Ên di pêşbirkê de bi ser ketin wekî xelat pirtûk û sêva mêxekrej wergirtin.
Gelek kes bi cil û bergên kurdî tev li pîrozbahiyê bûn. Şeva herî dirêj a salê bi govendgerandinê bi dawî bû.
(RY/FD)
Li Amedê pêşangeha “Çîrokên Melezan” li benda we ye
![Li Amedê pêşangeha “Çîrokên Melezan” li benda we ye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/307/original/Adsız_tasarım_(29).jpg)
Rojên Ma Musîcê dest pê kir
![Rojên Ma Musîcê dest pê kir](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/054/original/Adsız_tasarım_-_2023-06-08T171838.499.jpg)
Li Amedê bîranîna 5ê Hezîranê: Hûn dikujin, lê dîsa jî em terorîst in
![Li Amedê bîranîna 5ê Hezîranê: Hûn dikujin, lê dîsa jî em terorîst in](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/914/original/Adsız_tasarım_(28).jpg)
VÎDEO - NÛÇE
Amed: Ne bi dilê me ye lê em ê dengê xwe dîsa bidin Kemal Kiliçdaroglûyî
![Amed: Ne bi dilê me ye lê em ê dengê xwe dîsa bidin Kemal Kiliçdaroglûyî](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/338/original/Adsız_tasarım_-_2023-05-26T084904.376.jpg)
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Biçin ser sindoqan
![Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Biçin ser sindoqan](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/279/191/original/Adsız_tasarım_-_2023-05-23T145725.414.jpg)