Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyenên ku “Danezana Em ê Nebin Şirîkên Vî Sûcî” îmze kirîn bi sûcê “propagandaya ji bo terorê” têne dadkirin. Îro akademîsyen li dadgeheke Amedê hatine dadgehkirin.
Li 11em Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ji Zanîngeha Dîcleyê profesor Suleyman Kizil, Mûrat Biricik û Fîkret Ûyarî beraet kiriye.
Di dema dadgehkirinê de akademîsyenan gotinên xwe yên beriya niha dubare kirine û daxwaza beraeta xwe kirine.
Dozgerî biryara Dadgeha Destûrî bibîr xistiye û xwestiye akademîsyen beraet bikin. Dadgeha Destûrî gotibû mafê azadiya xweîfadekirinê yê akademîsyenan hatiye binpêkirin.
Dadgehê jî biryara beraeta her sê akademîsyenan daye.
Li Stenbolê pênc akademîsyenan beraet kiriye
Li Stenbolê jî 28em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ji bo pênc akademîsyenan biryara beraetê daye. Li gorî vê biryarê ji Zanîngeha Enqereyê Doç. Dr. Sevilay Çelenk, ji Zanîngeha Dokuz Eylulê Prof. Dr. Cem Terzî û Zanîngeha Eskîşehîr Anadolûyê dersdar Abdullah Devecî ji wan akademîsyenan e ku beraet kirine.
Di encama van biryaran de di sala nû ya edlî ya 2019ê de heta niha 9 akademîsyenan beraet kiriye.
Akademîsyenên Aştîxwaz
10ê Çileya Paşîn a 2016ê, "Însiyatîfa Akademîsyenên Aştîxwaz" (BAK) danezana "Em ê nebin şirîkên vî sûcî" îmze kiribûn. Danezan bi îmzeya 1128 akademîsyenan hatibû weşandin. Paşê jimara beşdaran bûbû 2212. Dozgerê bi navê Îsmet Bozkurt bi xala 7/2yê ya Qanûna Dij-Terorê(TMK) bi sûcê “propagandmeha rêxistinê” doz li akademîsyenan vekiribû. Ji 5ê Kanûna Pêşiyê ya 2017ê heta 8ê Sibata 2019ê 473 akademîsyen hatine dadkirin. Her yek ji 87 akademisyenan salek û 3 meh; her yek ji 3 akademisyenan salek û 6 meh; akademisyenekê/î 2 sal 3 meh; her yek ji 2 akademisyenan 2 sal û 6 meh; akademisyenekî/ê 2 sal û mehek; akademisyenekî/ê 3 sal cezayê girtinê standiye. Bi vî awayî doza li ser 96 akademisyenan temam bûye û hemiyan cezayê girtinê standiye. Heta niho 11 akademîsyenan "Paşdedana Dema Eşkerekirina Biryarê(HAGB)" qebûl nekiriye. Ji bo 7 akademîsyenan salek 3 meh, ji bo akademîsyenekî/ê salek û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 2 sal û 6 meh, ji bo akademîsyenekî 3 sal cezayê mehkûmiyê hatiye dayin. Ji bo akademîsyenekî/ê biryar hêj nehatiye eşkerekirin.
Dadgeha Cezayên Giran a 36. cezayê wan kesên HAGB nexwestîn kêm kir û 2 salan bi şertê kontrolkirinê cezayê akademîsyenan bi paş de da. Dadgeha Cezayên Giran a 32. Ji bo wan kesan ceza kêm kir lê dema cezadanê bi paş de neda. Dadgeha Cezayên Giran a 37. Hem ceza kêm nekir hem jî bi paş de neda. Pirsa HAGByê ji sê akademîsyenan nehat kirin. Yek ji akademîsyenên HAGB jê nehatî pirsin salek û 6 meh, yekî/ê salek û 3 meh, yekî/ê 2 sal û 3 meh cezayê girtinê standiye. Akademîsyenên ku ji 2 salan zêdetir ceza xwariye û dema cezayî nehatiye paşdedan dêli benda biryara îstinafê bimînin. Îstinaf dê biryarê pesend bike an jî betal bike. Heke pesend bike akademisyen dê biçin girtîgehan. 10 Adara 2016ê Alk. Doç. Dr. Esra Mungan, Alk. Doç. Dr. Muzaffer Kaya û Doç. Dr. Kıvanç Ersoy (15ê Adara 2016ê) û Yrd. Doç. Dr. Meral Camcı (31ê Adara 2016ê) di kongreyeka rojnamegeran de danezan xwend. Ew bi Qanûna Têkoşîna Li Dijî Terorê(TMK 7/2) bi sûcê “propagandaya ji bo teröre hatin girtin. 22yê Nîsana 2016ê serbest bûn. Bi daxwaza dozgerî Wezareta Dadê destur da ku akademisyen bi sûcê “Sivikkirina(şikênandina qedrê) Gelê tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û organên wê - TCK 301.” bene dadkirin. Dadkirina wan didome.
Dadgeha Qanûna Bingehîn di 26ê Tîrmeha 2019ê de biryar dabû ku mafê akademîsyenên aştîxwaz hatiye binpêkirin. (TP/FD)