Îro danê sibê li Amedê polîsan bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtine û 3 kes desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê di encama serdegirtinên malan ên li navçeya Rezanê de Bêrîvan Nergîz hate desteserkirin.
Her weha Endama Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û xwendekara zanîngehê Peyam Kutlu û Eyup Hekîmoglû jî di serdegirtinên malan de hatin desteserkirin.
Hat zanîn ku Nergîs, Kutlu û Eyûp Hekîmoglû birin Midûriyeta Emniyetê ya bajar. Sedema binçavkirinan nehat zanîn.
Tê payîn ku hejmara desteserkirinan wê zêdetir bibe.
(TY/AY)