Li Amedê, li navendên wekî Qada Dagkapiyê, derdora Sûrê, Ofîs û Kolana Hunerê, welatî li mînîbusan, li qehwexaneyan û her weha dema di nav xwe de diaxivin, mijar tenê pêvajoya aştiyê û merasîma dîrokî ya çekdanînê ye.
Merasîm li seranserê bajêr bi awayekî zindî li avahiyên partiyan û avahiyên rêxistinên civaka sivîl hate temaşekirin. Di kêliyên merasîmê de gel bi kelecan, bi hêvî û hestiyar bûn.
Gelek kesên ku bi bianetê re axivîn destnîşan kirin ku, tevî germahiya zêde, jiyandina van kêliyan li malê, li ber ekranan, pêşîniyek e. Her kes xwedî bendewariyek û hêviyek hevpar e: pêkhatina aştiyek mayînde.

"Divê dewlet mafê zimanê zikmakî bide"
Şehmus Akın (Xwendekar, 24 salî): "Ev pêvajo bi kelecan e. Ez ji vê yekê pir kêfxweş im, lê ez ditirsim jî. Me hemûyan dît ku di pêvajoya berê de çi qewimî. Şer bi rastî divê bi dawî bibe. Me her tişt li dijî hev ceriband, lê kes têk neçû. Encam dê dîsa biratî be. Divê dewlet tavilê, bêyî ku dereng bimîne, gavan biavêje. Bijî wekheviya gelan."
Dîlan Kara (Xwendekar, 26): "Axaftina vîdyoyî ya dawî ya birêz Ocalan hêvî da me hemûyan. Berî wê, di hişê min de bi dehan pirs hebûn. Lê niha ez bawer dikim ku dê biratî û wekhevî pêk were. Divê dewlet bi me re rûbirû bibe. Gel êdî dixwaze bawer bike. Divê her du alî jî ji vê derfetê sûd werbigirin. Li gel bextewariyê, fikarên me jî hene. Heta ku dewlet gav neavêje, fikarên me ji holê ranabin."
Akîf Burhan (Karker, 50): "Em ji hêla aborî ve hilweşiyane û sedema wê şer e. Şer qediya û em dixwazin dewlet li vir veberhênanê bike. Êdî ti hincet tune. Ez naxwazim biçim li Stenbol, Enqere an li Îzmîrê bixebitim. Li vir jî derfetên kar dikarin werin afirandin."
Berdan Tore (Mamoste, 45): "Em du roj in pir bi heyecan in. Ger dewlet samîmî ye, divê mafê zimanê zikmakî bide Kurdan. Tiştên din vala ne. Ger dewlet Kurdî nas bike, ew ê neçar bimîne ku çanda me, hunera me, rastiya me nas bike. Zimanê me, çanda me, ji bo me her tişt e."

"Serok Apo ji bo me hemûyan tişta herî baş kir"
Arîn Polat (Xwendekar, 19): "Em di dawiyê de li hev hatin, em dixwazin bi vê bawer bikin. Divê Birêz Ocalan tavilê berdin û zimanê Kurdî divê bibe zimanê fermî. Bi dehan mamosteyên Kurdî hene ku nehatine tayînkirin. Divê tavilê çareseriyek ji bo wan bibînin. Divê dewlet ji bo pêşxistina zimanê Kurdî piştgiriyek taybetî peyda bike. Divê girtiyên siyasî tavilê berdin. Divê navê Dîyarbekirê di nexşeyê de weke Amed were guhertin. Ger dewlet samîmî be, divê van tiştan bike û em jî baweriya xwe bi wan bînin."
Berfîn Yılmaz (Karkera konfeksiyonê, 37): "Me wekî gel, qet şer nexwest. Xwezî ev pêvajo qet çênebûya, ji ber ku bi hezaran kes hatin kuştin. Hîn jî bi hezaran kes di zindanê de ne. Em bi tevahî dilsozê partiya xwe ne û piştgiriyê didin wê. Em li pişt biryara wan radiwestin."
Adnan C. (Dikandar, 50 salî): "Ez tenê ji ber meraqê dipirsim: Piştî çekdanîne dê çi bibe? Ger ew kesên ku çekên xwe danîne vegerin Tirkiyeyê, ma nayên girtin? Gelo dewletê ji bo vê yekê garantî daye? Ez ji dewletê bawer nakim. Hema duh wan Li Stenbolê şaredarên partiyên din girtin. Dewlet behsa demokrasî û biratiyê dikin. Her tişt ewqas tevlihev e. Ez nizanim bi çi bawer bikim. Tenê banga Ocalan teselî dide min û ji ber vê yekê ez bi kelecan im."
Raziye Emin (Bêkar, 75 salî): "Bila aştî pêk were, bila xwîn nerije. Zarokên me di nav gerîla de ne, zarokên me di leşkeriyê de ne. Em ji bo wan hemûyan êş dikişînin. Serok Apo berdin êdî. Wî ji bo me hemûyan tiştên herî baş kir. Ew ji bo me di girtîgehê de ye. Bila Xwedê temenê min ê heyî bide wî. Em hemû mirov in, em hemû yek in, em bira ne."
(AY/TY)
.jpg)





