Qeyûmê Şaredariya navçeya Bismil a Amedê tabelaya bi kurdî ya “Hûn bi xêr hatin” a di ketina Taxa Seletê de rakir û li şûna wê tabelaya bi tirkî bi cih kir.
Herwiha tabelayên bi kurdî yên “Selet” û “Seleta Jor” jî da rakirin û li şûna wan tabelayên bi tirkî bi cih kir.
Taxa behsa xeberê beriya Qanûna Şaredariya Bajarê Mezin bajarok bû, û Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) di sala 2015’an de tabelaya kurdî ya “Hûn bi xêr hatin” di têketina taxê de bi cih kiribû.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Hevşaredarê Bismilê Orhan Ayaz ê qeyûm li şûna wî hatiye tayînkirin, bertek nîşanî jêkirina tabelayên bi kurdî da.
Orhan Ayaz, da zanîn ku rakirina tabelayan şopa polîtîkayên inkarkirinê ne. Ayaz, destnîşan kir ku bêtehemûliya desthilatê ya li dijî zimanê kurdî berdewam dike û got: “Derveyî polîtîkayên ewlehiyê, ji bo kurdan di ajandaya desthilatê de tiştek nîne. Bi sepanên qeyûman re destkeftiyên di nava 100 salên komarê de hatin bidestxistin jî ji holê hatin rakirin.”