ji bo nûçeya Tirkî / Îngilîzî bitikîne
Qedexeya derketina derve ya li 14 gundên navçeyên Licê, Kocakoy û Hezoyê yên amedê vê sibê saet 08.00ê sibê hat rakirin.
Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe de got ku biryara qedexeya derketina derve “bi armanca ku li wan herêmên operasyon tên lidar xistin ewlekariya can û mal û milkên gel bê parastin di çarçoveya xala navborî ya Yaseya Birêveberiya Bajaran de” hat ragihandin.
Biryara qedexeyê duh saet 06.00ê sibê destpê kiribû.
Di dema pêkanîna biryara qedexeyê de li gundê Kerwas a navçeya Licê, dibistana ku perwerdeya kurdî dida hat rûxandin.
Dibistana ku di sala 2014an de hatibû avakirin û ji 4 tebeqeyan pêk dihat ligel cendermeyan ve hat rûxandin. (YY/FD)