Fotograf - Vîdeo: Roza Yiğit / bianet
Li Amedê polîsan destûr neda ku jin 8ê Adarê pîroz bikin. Jinan helwesta Midûriyeta Emniyetê ya Amedê protesto kir û xwest hikûmet îstîfa bike.
Endamên Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Komeleya Jinan a Rozayê, Dayikên Şemiyê, Meclîsa Jinan a Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TIP) li ser banga Platforma Jinan a Amedê ya Dîcleyê (DAKAP) li navçeya Payasê kom bûn. Parlamenterên HDPyê Feleknas Ûca û Dersîm Dag, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî tevî jinan li Parkormanê bûn.
Jinan xwest ji bo 8ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanî daxuyaniyekê bidin çapemeniyê û bimeşin. Lê polîsan destûr neda wan û ew dorpêç kirin. Polîsan jin kirin çar kom û nehişt ew bên bav he.
Polîs li Amedê destûrê nade ku jin 8ê Adarê pîroz bikin. Jinên li Parkormanê kom bûne piştî polîsan desûr neda wan, sloganên "Em jin natirsin, em ê hesab bipirsin" berz kirin
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 8, 2023
Vîdeo: Roza Yiğit (@rozasiera) https://t.co/NxqKM6ePXi pic.twitter.com/6HfxHcoLmP
Di destê jinan de kaxizên ku li ser wan nivîsên "Piştevaniya jinê dide jiyandin", "Em hêrs in serhildêr in" û pankarta li ser wê nivîsa "Dem dema jin jiyan azadiyê ye" hatibû nivîsîn hebûn.
Her weha sloganên "Jin jiyan azadî", "Em jin natirsin, em ê hesab bipirsin" berz kirin. Jinan fotografên Nagîhan Akarsel û Jîna Mahsa Amîniyê ji di destên jinan de bûn.
Parlamentera HDPyê ya Amedê Dersîm Dagê (@dersimdag21) li cihê ku dixwazin çalakiya 8ê Adarê pêk bînin, ji bianet kurdiyê re behsa armanca çalakiya xwe kir pic.twitter.com/ICmqMbJoii
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 8, 2023
Parlamentera HDPyê Dag: Me xwest dengê jinan bigihînin
Parlamentera HDPyê ya Amedê Dersîm Dagê ji bianet kurdiyê re behsa armanca çalakiya xwe kir. Dagê got ku ew bicoş in û ji bo piştgiriya jinên erdehjê li qadan e: “Jinên ku di erdhê de hatin hiştin, yên mexdûrên erdhejê, yên bi tecîz û tecawizê, kuştinê re rû bi rû dimînin, bi giştî ti jin ne bi tenê ne. Em bi hev re ne. Me bi vê şiayarê îsal şahî pêk neanî lê em ê meşa xwe pêk bînin û daxuyaniyekê bidin. Îroj li Amedê em dibinin ku dîsa ew hişmendiya ku zilamsariya êrîşî jinan dikin u destûr nade ku jin bimeşin, biqîrin, dengê xwe bigihînin jinan û dixwazin li ber jinan astengiyan derxin. Tu hêz, tu hişmendiya zilamsarî nikarî li hemberî jinan astenî derxe holê.”
Jinan li derveyî parkê ji bo mexdûrên erdhejê find vêxistin û sloganên "Erdhej nakuje, pergal dikuje berz kirin."
Di dema dorpêçê de hin endamên Dayikên Şemiyê ketiye ji ser hişê xwe çûn. Di navbera polîsan û jinan de hevdîtin hatin kirin da ku kom bigihên hev. Lê polîsan destûr neda.
Jinan çalakiya rûniştinê pêk anî
Piştî ku polîsan destûr neda jin bên ba hev û daxuyaniyê bidin, jinan çalakiyeke rûniştinê lidar xist. Di dema çalakiya rûniştinê de Hevseroka DBPyê Salîha Aydenîz axivî û helwesta Midûriyeta Emniyetê ya Amedê protesto kir. Aydenîzê got ku ew ê, daxuyaniyê nedin û piştî çalakiya rûniştinê, bernameya xwe bidawî bikin. Aydenîzê di axavtina xwe de got ku, "Ji bo cangoriyên erdhejê bibîr bînin û bibêjin ku em jin bi ti şêweyî serî li ber we natewînin, em kom bûn. Lê Midûriyeta Emniyetê ya Amedê wê her tim dijminatiya jinan, bi dijminatiya gelê kurd bênasîn. Bila ev jî eyba Midûriyeta Emniyetê be. Hîna mirovan êşên xwe yên erdhejê ji bîr nekirine, hîna birînên wan nekewiyaye lê li şuna polis van mirovan rizgar bike, li pêş jinan barîkatan datînin. Li şûna ku îstîfa bikin, jinan asteng dikin. Jin wê vî tiştî ji bîr nekin. Jin wê ti carî gavê bi şûn de neavêjin. Jin wê di her şert û mercan de êşên xwe, birînên xwe bipêçin. Em ê hesabê van tiştên we kirî jî bipirsin. Ger hûn îstîfa nekin jî jin wê di sindoqan de vê qesra we tekez bi ser serê we de hilweşine. Em ê daxuyaniyê nedin, piştî em rûnên em ê belav bibin."
Piştî daxuyaniya Aydenîzê jinan slogana "Bijî berxwedana jinan", "hikûmet îstîfa" û "Ger ne îro be wê di 14ê Gulanê de be" berz kirin.
Polîsan destûr neda ku jin daxuyaniyê bidin. Hevseroka DBPyê Salîha Aydenîz axivî û got ku ew ê daxuyaniyê nedin. Jinan çalakiyeke rûniştinê li dar xist. Jinan helwesta polîsan protesto kir pic.twitter.com/VZIsoaHKHy
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) March 8, 2023
Jinên ku dixwazin belav bibin, polîs destûrê nade wan. Jinan slogana "Barîkatan ne li ber jinan li ber kujeran deynin" û "Berxwedan jiyan e" berz kirin.
(RY/FD)