Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan bi ser avahiyên Rexistina Partiya Demokratî a Gelan(HDP) ya Amedê û Rêxistina Navçeya Yenîşehîrê de girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê operasyon bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Amedê pêk hatiye. Polîs bi hinceta “belgeyên neqanûnî hene” di avahîyên partiyê de lêgerîn kirine. Di dema lêgerînê de parlamenterên HDPyê û parêzer amade bûne.
Polîsan dest danîne ser hin pankartan, satileke zibil û firçeyekê.
Di çarçoveya lêpirsînê de biryara desteserkirinê ji bo Hulya Alokmen Uyanik û Zeyat Ceylan, Hevserokên HDPyê yên Amedê, Kasim Kaya û Remziye Sizici, Hevserokên HDPyê yên Yenîşehîrêheye û hatine desteserkirin.
Avahiya bajar û ya navçeyê ji aliye polis û wesayîtên bi zirx ve hatine dozpêçkirin. Destûrê nadin parlamenterên HDPê û parêzer biçin avahîyan.
Polîsan li avahiya HDPê ya Yenîşehîrê ji bilî hevserokên Navçeyê Kasim Kaya û Remziye Sizici, rêvebirên partiyê yên din derxistine derveyî avahiyê. (DŞ/AY)