Li Qada Dagkapi ya Amedê bi beşdarbûna bi deh hezaran kedkaran 1ê Gulanê hat pîrozkirin.
Bi pêşengiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Genel-Îş, Odeya Tabîban a Amedê, Odeyên Endezyar û Mîmaran (TMMOB) û bi beşdariya gelek nûnerên partiyên siyasî, karker û kedkaran 1ê Gulanê Roja Yekitî, Têkoşîn û Piştevaniyê li Qada Dagkapi ya Amedê hat pîrozkirin
Kedkarên ku beriya mitîngê li ber Deriyê Rihayê kombûn, bi kortejên dirêj ber bi Qada Dagkapiyê ve meşiyan. Kedkaran di meşê de dirûşmên “Bijî Bexwedana Kedkaran”, “Bijî Yek Gulan”, “Çapemeniya Azad Nayê Bêdengkirin”, “Bijî Berxwedana li Zindanan”, “Jin jiyan Azadî” berz kirin.
Her weha her sazî û sendîka bi pankartên xwe tev li kortejê bûn. Pankartên, “Parastin dê serî netewîne”, “Li dijî xizanî, newekhevî û kedxwariyê em jin dê vê pergalê biguherînin”, “Heta ked nebe azadî nabe”, “Bijî Yekê Gulanê” û “Bi berxwedana jinan bihar wê bi gulanê dê were” hatin vekirin.
Di mîtîngê de li ser navê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê daxuyaniya bi Kurdî ji aliyê Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan ve û ya Tirkî jî ji aliyê Hevserokê DÎSKê ya Şaxa 2an a Genel Îş Becet Barut ve hat xwendin.
Turan: Ev pergal dê biguhere
Turanê bi bîranîna kesên di erdhejê de mirine dest bi axaftina xwe kir û diyar kir ku zû yan dereng ew ê hesabê hilweşîna ji ber polîtîkayên rantê bipirsin û got:
“Bi merasîmên vekirinê yên sexte ku her roj pêk tînin, bi xapandina gaza xwezayî û bi rapêşiyên ku çekên şer nîşan didin nikarin êşa erdhejê bi me bidin jibîrkirin. Zikê me ji peyvên vala re têr e! Tu axaftineke destanî têrê nake ku vê rastiyê veşêre ku xizmetên gelemperiyê hilweşiyane!”
Turanê da zanîn ku bacên ku ji wan hatine standin di bin navê parastin û ewlehiyê de ji bo çekan hatiye xerckirin û got: “Bi siyaseta îmha û neçareserkirinê ya pirsgirêka Kurd armanc dikin ku jiyana xwe mayinde bikin. Berdewamkirina pergala rant û mêtiniyê dixwazin. Ji bo parastina berjewendiyên xwe dixwazin her tim mihraqên tarî û avaniyên mîlîtarîst hebin. Yên ku heman armancê diajon di çûndina hilbijartinê de di bin sîwana tifaqa herî faşîst û herî paşverû de hatin cem hev. Xalên wan ên hevpar di pirsgirêka Kurd de polîtîkayên înkar û ewlekariyê, dijberiya jinê, paşverûtî, dijberiya aştiyê û ji holê rakirina demokrasiyê ne. Tiştê ku ew ji me re rewa dibînin pergala qeyûmiyê, îxrackirin, bêedaletî, yekperestî, mîlîtarîzm, îşkence, sepanên dermirovî yên li girtîgehan e. Bi destê darazê operasyonên binçavkirinên siyasî ne. Sebra me nema. Me got êdî wiha naçe, bi rastî jî naçe. Em ji bo wekhevî, azadî, edalet, aştî, demokrasî û laîkî dibêjin êdî bes e! Ev roj ne roja gilîkirinê ye. Ev pergal dê an biguhere an jî biguhere!”
Ceylan: Em ê 14ê Gulanê hesab bipirsin
Piştî axaftina Turanê, Hevserokê HDPê ya Amedê Zeyyat Ceylan jî behsaoperasyonên qirkirinê yên siyasî kir û bal kişand 14ê Gulanê û wiha got: “Helbet kapîtalîzm neyarê civakê ye, helbet kapîtalîzm neyarê nirxên ked û kedkaran e. Helbet rûhê dewletê ê neteweyî neyarê ked û kedkaran e, neyarê civakê ye. Em ber bi hilbijartina 14ê Gulanê ve diçin, desthilatdariya AKP û MHPê ji bo ku dizane wê winda bike êrîşî HDPê dike, êrîşî pêkhateyên HDPê dike. Bi sedan hevalên me binçavkirin, û bi sedan hevalên me avêtin zindanê. Lê em vê dibêjin, ew çi bikin bila bikin ew dê di 14ê Gulanê de têk biçin. AKP û MHPê bîst û çar saetan êrîşê Kurdan dikin, bîst û çar saetan êrîşê civakê dikin.ji bo ku em ji zilmê xilas bibin divê em ji AKP û MHPê xilas bibin. 14ê Gulanê firseteke pir mezin e ji bo aşîtiyeka bi rûmet, ji bo azadiyê, ji bo azadîya Kurd û Kurdistanê. Ji bo azadîya bindestên li Tirkîyeyê û çînên bindest. Em dê 14ê Gulanê hesab bipirsin. Em dê bi pêşengîya Partîya Çep a Kesk (YSP) em dê rêya azadîyê vekin û serkeftineka pir mezin diyariyê gelê xwe bikin. Çi dibe bila bibe serkeftin ya gelê Kurd be, ya ked û kedkaran be, ya mezlûman be. Her bijî 1ê Gulanê û li me gişan pîroz be.”
Di pîrozbahiyê de nûnerên partiyên siyasî û hunermend Mehmet Atli peyamên xwe yên 1ê Gulanê ji bianetê re gotin.
Bariş: Îro roja heqxwestinê ye
Namzetê Parlementeriyê ya Amedê ya Partiya Çep a Kesk Azad Bariş: “Berî her tiştî 1ê Gulanê li karkerên dinyayê gişan pîroz be. Li karkerên Kurdistanê û zehmetkêşên Kurdistanê tevan jî. Îro rojeka gelekî pîroz e ji bo ku roja berxwedanê ye, roja heqxwestinê ye. Îro ji bo azadîyê, ji bo demokrasîyê rojeka mûhîm e. Em îro li Amedê, li gel ku tengasîyên ji alîyê dewletê ve hatine derxistin, bi feraseteka mezin û pêşwazîyeka gelekî mezin li meydanê ne. Coşeka gelekî mezin heye. 1ê Gulanê pîroz dikim.”
Hatunoglu: Karker bila werin îktîdarê
Namzeta Parlamenteriyê ya Amedê ya Partiya Komunîst a Tirkiyeyê Zeynep Demirel Hatunoglu:“Îro 1ê Gulanê ye, em kedkar û karker hemû li vê derê ne. Em dixwazin ku heqê keda em didin bi dest me bikeve. Slogana me ew e ku em dibêjin ‘karker bila werin îktîdarê’. Îro em li vir in, hemû karker bila xwe nas bikin, bila mafên xwe bizanibin û bila werin mafên xwe bistînin.”
Atli: Gel guhartinê dixwaze
Hunermend Mehmet Atli: “Cejna kedkaran, karkeran pîroz be. Îro em li Amedê ne, li vê qadê em mafên kedkaran careka din bi bîr tînin. Demeka birastî jî krîtîk e, berî hilbijartinê, li qadê coşeka mezin heye. Xuyaye ku gel guhertinê dixwaze. Ez jî guhertinê dixwazim.”
Pîrozbahiya 1ê Gulanê bi gerandina govendê û bi dirûşmeyên “Roj dê bê, dewran bizivire û AKP hesab bide gel”, “Bijî Berxwedana li Zindanan”, “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” bi dawî bû.
(RY/AY)