Fotograf: MA
Li Amedê parêzer Şerzan Yelboga ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin, hatiye girtin.
Bi girtina parêzer Şerzan Yelbogayî ne hejmara parêzerên hatine girtin bûye 4.
Ji ber lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê dabû destpêkirin, biryara desteserkirina 218 kesan hatibû dayîn. Di 25ê Nîsanê de polîsan li 21 bajaran bi ser malan de girtibûn û rojnameger, siyasetmedar, parêzer û hunermend jî di nav de 145 kes desteser kiribûn. Ji 145 kesan 51 jê bi îdiaya “endamê/a rêxistinê ye” hatibûn girtin. 94 kes serbest bûbûn.
Li gorî nûçeya MAyê, ji ber ku dozgeriyê derbarê wan de biryara desteserkirinê daye, parêzer Bahar Oktay, Firat, Muhîttîn Muguç, Şerzan Yelboga û Adîle Salman çûne Edliyeya Amedê. Dozgeriyê bi daxwaz kiriye ku parêzer Oktay, Yildiz, Muguç û Salman bi şertê kontrola edlî serbest bibin lê Yelboga bê girtin û ew şandiye dadweriyê.
Dadweriyê jî li gorî daxwaza dozgerî biryar daye û Yildiz, Muguç û Salman bi şertê kontrola edlî serbest berdaye, lê ji bo Yelbogayî biryara girtinê daye.
Berê jî parêzer Serhat Hezer, Bûrhan Arta û Ozum Vûrgûn hatibûn girtin.
Li gorî vê encamê, ji ber lêpirsîna 25ê Nîsanê, heta niha 52 kes hatine girtin û 98 kes jî serbest bûne ku di nava van kesan de rojnameger Abdûrrahman Gok, Mehmet Şah Orûç, Remzî Akkaya, Berîton Canozer û Mîkaîl Barût jî hebû. (FD)