Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Tevna Raporkirin, Belgekirin û Çavdêriya li Mafên Zimanan (DHIBRA) di çarçoveya çalakiyên ji bo 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanî de panelek li dar xistin.
Hevşaredarên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak û Dogan Hatun jî beşdarî panela "Zimanê Dayikê û Perwerde"yê bûn.

Panel bi organîzasyona Daîreya Çand, Huner û Karên Civakî a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li Navenda Çand û Kongreyê ya Çand Amedê hat lidarxistin. Her weha gelek welatî tevil bûn.
Serra Bucakê bi silavkirina 21ê Sibatê, Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê dest bi axavtina panelê kir. Bucakê destnîşan kir ku zimanê dayikê mafek e û bal kişand ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê ji kreşan heta zanîngehê.

MECLÎSÊ KİRMANCKÎ
“Ez nêwazena ziwanê mi vîndî bibo”
“Em parastina pirzimanîyê dikin”
Bucakê destnîşan kir û wiha got: "Ji roja ku em hatine hilbijartin û vir ve em bi gelek îdîayan li vir in. Em di pêvajoyeke nû ya avakirinê de ne; ji tiştên ku di nava heşt-deh salan de nehatine kirin bigire heta nêzîkatiyên wekhevpar û polîtîkayên di qada ziman-jinê de. Em ê xebatên xwe di çarçoveya nexşerêya ku me bi hev re dîyar kiriye de bidomînin."

Li Amedê parka “Gulistana Zimanan” vebû: Zimanê dayîkê maf e, bêdengkirin bêedaletî ye
Bucak bal kişand ku Midûrîyeta Şaxa Parastin û Pêşxistina Ziman a ser bi Serokatîya Daîreya Çand û Karên Civakî xebatên xwe di vê qadê de didomîne û wiha berdewam kir: "Kursên me yên curbecur ên ziman hene. Ji bo pêşketina zimanê dayikê û zaravayên cuda yên li vî bajarî, em kurs, perwerde û xebatên ferhengan dikin. Gelo bes e? Bêguman ne bes e. Jixwe em dixwazin ku ne bes be; ji ber ku em ji bo gihîştina armancên xwe yên sîyasî û polîtîk û ji bo ku kurdî statuyekê bi dest bixe têdikoşin. Dema em parastina statuya kurdî dikin, em parastina pirzimanîyê jî dikin."
Di çarçoveya panelê de, deklarasyona 21ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê ya DHÎBRAyê ku bi 12 zimanan hatiye amadekirin, ji beşdaran belav kirin.

Piştî axaftinan, Dr. Yasemin Oral Saribaş bi sernavê "Zimanê Dayikê Çi ye? Paşxaneya Dîrokî ya 21ê Sibatê û Îro" pêşkêşîyek kir û wateya 21ê Sibatê nirxand. Prof. Dr. Bulent Bilmez jî di pêşkêşîya xwe de cihê zimanan di çarçoveya sîyasî û civakî ya li Tirkiyeyê de girt dest. Her wiha di panelê de Prof. Dr. Christoph Schroeder, Dr. Salim Orhan, Dr. Cuma Çîçek û Dr. Bahar Ongûç jî axaftinek kirin.

KURDÎ
Bilinmeyen mi?
Forum
Piştî panelê, forumek bi sernavê "Zimanên di bin Metirsîyê de ne (Ziwanê ke Tehlûke de yê)" hat lidarxistin. Di foruma ku moderatorîya wê Dr. Ronayî Onen dikir de; Deniz Gunduz (Kirmancî), Firat Mercan (Ermenkî), Îrfan Çagatay (Lazkî), Saliba Açiş (Suryankî), Emel Ozdemîr (Çerkezkî) û Mahir Ozkan (Hemşînkî) wek axaftvan cih girtin. Di forumê de rewşa zimanên ku di bin rîska windabûnê de ne hat nîqaşkirin.

Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanî li hemû gelan pîroz be!
(EMK/AY)





