Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtîyê qedexe berî du rojan di saet 18:00an de dabû dest pê kirin û dîroka rakirinê jî diyar nekiribû.
Li gor îlanê li van gundan qedexeya derketina derve hebû:
18 gundên Liceyê; (navên bi zimanê tirkî); Şenlik, Birlik, Abalı, Erginköy, Tuzlaköy, Çeper, Daralan, Duruköy köyleri ile Elmadere, Ağılçık, Akçapınar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlık, Alikahya, Hacımusabey, Kutlamış.
19 gundên Hênê; Kaledibi, Akçayurt, Topçular, Y. Turalı, Kalaba, Uzunlar, Serenköy köyleri ile Başaklı, Güzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlası, Sıraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A. Turalı, Gürbulak.
Di sê salan de herî kêm 314 qedexe
Li gor daneyên Dokumantasyonên Merkeza Weqfa Tirkîyeyê a Mafên Mirovan ji 16ê Tebaxa 2015an heta 1ê Hezîrana 2018an bi tevahî li 11 bajar û 49 navçeyan herî kêm 314 caran qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.
Qedexe li van bajaran hate îlankirin: Amed (178 caran), Mêrdîn (50 caran), Colemêrg (23 caran), Şirnex (13 caran), Bidlîs (17 caran), Muş (7 caran), Bingol (7 caran), Dersîm (6 caran), Batman (6 caran), Xarpêt (2 caran) û Sêrt (5 caran).
Van qedexeyan, herî kêm li milyonek û 809 hezar mirovan bandoreke mezin kiriye.
(AS/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.