Walîtiya Amedê daxuyand ku qedexeya ku di 23ê Hezîranê de li 39 gundên girêdayê 3 navçeyên Amedê hatibû îlankirin, ji saet 23.00ê duh şevê şûnde hat rakirin.
Walîtiyê daxuyand ku operasyonên ku li wan herêman pêk dihat jî bi dawî bûye.
Serokêşa Komeleya Mafê Mirovan ya Şaxa Amedê Raci Bilici di daxuyaniya xwe ya bianetê de gotibû ku şewata li Liceyê zêdetirê yek hefteyek e dewam dike, jiyana gelek welatî û sewalan di bin xwetereyê de ne, hin gund hatine valakirin û leşker têde hatine bicihkirin û têkilî ji wan gundan qut bûye.
Li 39 gundan qedexe
Li gorî daxuyaniya walîtiyê gundên ku lê qedexe hatiye rakirin jî wiha ne:
*Karaz: Gozebaşi, Gokçe, Boyunlu.
*Hezro: Çitlibahçe
*Lice: Ortulu, Erginkoy, Kiralan, Dernek, Yamaçli, Akçabudak, Kiliçli, Yorulmaz, Yalimli, Baharlar, HedikBayirli, Saydamli, Baglan, Serince, Yalaza, Ortaç, Kayacik, Uçari, Esenler, Ziyaret, Dolunay, Çavundur, Çagdaş, Dibekkoy, Yolçati, Arikli, Ulucak, Guldiken, Yaprakkoy, Tuzlakoy, Damar, Siginak, Budak û Kabakaya.
(AS/YO)