Fotograf: Roza Yiğit / bianet
Nobeda ku ji bo azadiya Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanciyê hatibû destpêkirin di hefteya duyemîn de li Odeya Bijîşkan a Amedê hat lidarxistin.
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkaya Kedkaran (KESK) û nûnerên gelek saziyan, beşdarî nobeta azadiyê bûn. Di nobetê de pankartên "Şebnem Korûr Fîncanci rûmeta me ye", "Azadî ji bo Şebnem Korûr Fîncanci" û "Em li cem jiyan û rastiyê ne" hatin daliqandin.
Piştî ku hin nûçe hatibûn weşandin û hatibû gotin, Tirkiyeyê di dema operasyonên leşkerî yên li Herêma Kurdistanê de çekên kîmyewî bikar anîne, Prof. Dr. şebnem Korûr Fîncanciyê di kanala televizyonê Medya Haber TVyê de axivîbû û gotibû ku ger îdiayên bi vî rengî hebin, divê lêkolîna wan bên kirin. Piştî vê daxuyaniyê, Korûr Fîncanci hatibû desteserkirin û girtin.
"Divê mafê mafparêzan û xebatkarên tenduristiyê bê parastin"
Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûranê ji bianetê re axivî û got:
"Seroka Konseya Navendî ya TTBê Şebnem Korûr Fîncanci pispora tiba edliyê ye. ji bo ku Şebnem Xoce bigihije azadiya xwe, me wekî Yekitiya Odeya Bijîjkan a Tirkiyê daxuyaniyan da û bertekên xwe nîşan da. Niha jî me nobetek da destpêkirin. Niha ne tenê Şebnem Xoce, serok û rêveberiyên me yên berê, aktivistên me jî yên xebat dimeşandin an hatine girtin an jî hatine desteserkirin. Bi rêya yasaya terorê û yasayên din ên cezayê, aktîvîstên saziyên sivîl tên çavtirsandin, desteserkirin, girtin û ceza li wan tê birîn. Divê mafê mafparêzan û xebatkarên tendirustiyê bê parastin. Em van girtina hemû mafparêzan ên ku di encama van darizandinên nehiqûqî de hatine girtin şermezar dikin û heta ku Şebnem Xoce bigihijê azadiya xwe, em ê nobeta xwe bidomînin."
Di nobetê de Serokê ÎHDyê yê Şaxa Amedê Abdullah Zeytûnî balê kişand ser giringiya têkoşîna mafên mirovan û got: "Şebnem Korûr Fîncanci keseke ku kedeke mezin daye têkoşîna mafên mirovan. Şebnem Xoce îro ji ber li dijî polîtîkayên wê yên zanistî û bi taybetî yên tenduristiyê di girtîgehê de ye. Ji ber vê yekê em weke tevgera mafên mirovan, li pêşberî vê têkoşîna giranbuha wê bi hezkirin silav dikin."
Aktivîsta Odeya Bijîjkan Ugur Işikê jî anî ziman ku, Şebnem Korur Fincancî hem li Tirkiyeyê hem jî li qada navneteweyî di warê pisporiya xwe de mirovekî mînak e. Rola van kesan a di diyarkirina binpêkirinên mafên mirov de, yek ji bingeha herî girîng a civakên demokratîk e. Em bang dikin ku li ser hemû kesên ji ber têkoşîna maf û aştiyê tên darizandin demildest zextên edlî bi dawî bibin.
Bixwîne - Şebnem Korûr Fîncanci hatiye girtin
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci desteser kirine
Bixwîne- Şebnem Korûr-Fîncanci: Gelek caran min nîşan daye ku ez bêdeng nabim
Çi bûbû?
Prof. Dr. Şebnem Korûr-Fîncaniya ku pispora tiba edlî ye, di Medya Haberê de axivîbû. Korûr-Fîncanciyê derbarê wan îdiayên ku dibêjin TSKyê di dema operasyonên leşkerî de çekên kîmyewî bikar aniye de, gotibû, wê dîmen temaşe kirine:
“Diyare ku yek ji gazên kîmyewî yên toksîk ên rasterast bandorê li ser sîstema siniran dike hatiye bikaranîn. Her çend bikaranîna wan qedexe be jî, em dibînin ku di dema pevçûnan de tê bikaranîn.”
Korûr-Fîncanciyê diyar kiribû ku li gorî peymanên navnetewî, divê heyetên serbixwe li herêmê lêkolînan bikin û divê li gorî rêgezên Protokola Mînesotayê tevgerin.
Piştî van daxuyaniyan, rojnameya Yenî Şafakê nûçeyek weşand û got: “Gotinên bi îxanetkirinê tijî ji Seroka TTB, Şebnem Korûr Fîncanciyê: Di kanala PKKyê de derew li TSKyê kir.”
Rojnameya Sabahê jî bi heman rengî nûçeyek weşand û got: “Fermandarên teqawidbûyî li dijî derewa ‘çeka kimyewî’ gelekî bihêrs bûn: Bila Şebnam Korûr Fîncanci li ber hiqûqê hesab bide!”
Paşê jî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Berevaniyê Hûlûsî Akarî derbarê îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî de daxuyanî dan û gotin ku ew nûçe ne rast in.
Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê derbarê Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanciyê de lêpirsînek da destpêkirin. (RY/FD)