Fotograf: İLKHA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê ji sedî 17î nirxê nan zêde bûye. Nirxê nanê 400 gramî bûye 3,5 Lîreyê Tirk.
Odeya Pîşekar û Esnafan ya Amedê di Sibata borî de nanê ku 400 gram bûye derxistibû 500 gramî û nirxê nan ji 3TLyî derxistibû 3,5 TLyan.
Piştî ku ji bo zêdebûna bihayê nan bertek hatibû nişandan Munîr Karaoglû, Waliyê Amedê biryara zêdebûnê betal kiribû. Lê belê nanfiroşan firotina nan bi 3 TLyî de dewam kirin.
Her weha bi biryara nû nanê ku 420 gram e daxistine 400 gramî û nirxê wî jî derxistine 3,5 TLyan.
(HA/AY)