Platforma Saziyên Demokratîk, ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, dê di 4ê Kanûna Paşîn de li Qada Stasyonê ya Amedê mîtînga “Hêvî û Azadiyê” li dar bixista. Lê ji ber barîna berfa zêde mîtîng hate taloqkirin.
Komîteya amadekar ya mitînga “Hêvî û Azadiyê” li avahiya DEM Partiyê ya Amedê têkildarî mitîngê daxuyanî da.
Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn axivî û got: “Dive ev pêvajo li ser Meclisê û zemîna hiqûqî bimeşê. Wekî tê zanîn me diyar kiribû ku me dê ji bo azadiya rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mitîngekê li dar bixista. Lê ji bo rewşa hewayê ya ne guncav me mitîngê taloq kir.”
Metna daxuyaniyê ya Tirkî Hevseroka DBPê ya Amedê Rûçem Vefa Elyakût, ya Kurmancî jî Hevserokê MED-DERê Mehmet Remzî Azîzoglu xwend.
‘Mitînga me ji nîha ve gihiştiye armanca xwe’
Mehmet Remzî Azîzoglu diyar kir ku mitînga “Hêvî û Azadiyê” ya ku dê di 4ê Çileyê bihata lidarxistin, bi sedema rewşa hewayê ya neguncav ji aliyê komîteya amadekar ve ji bo demeke pêşdetir hatiye taloqkirin û got: “Di amadekariya mitîngê de hat dîtin ku daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan ji aliyê civakê ve bi awayekî xurt hatiye nîşandan. Bi vê wesileyê mitînga me hêj nîha ve gihiştiye armanca xwe.”
(TY/AY)
