Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Walîtiya Amedê aşkere kir ku di encama êrîşa PKKiyan a li navçeya Hêniyê de Çawişê Pispor Sergen Çakmak û Cerdevanên dilxwaz Yaseeddîn Opçîn ên di wesayitê de mirine.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hatiye gotin ku “Li Amedê, 19ê Adarê saet li derdora 15.05ê li rêya di navbera navçeya Hêniyê û Girê Şekaleyê de êrîşî wesayitekê hatiye kirin”.
Ji bo Çakmak û Opçînê ku mirine wê îro li Amedê merasîma oxirkirinê êbibe. Opçîn li Amedê, Çakmak li navçeya Bayrakli ya Îzmîrê bê binaxkirin.
Piştî êrîşî, hêzên ewlehiyê ji bo herêmê hatin şandin û operasyonê dest pê kir. (AS/FD)
* Fotograf: Taylan Yildirim – Ber mala Çawişê Pispor Sergen Çakmakî ya li Îzmîrê / DHA