Tevgera Jinên Azad (TJA) li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê “1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” lidar xist. Konferans wê du rojan bidome.
Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulçan Kaçmaz Sayyîgît di “Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” de axivî û got. “Yekitiya neteweyî ya gelê Kurd e, ya jinên Kurd e. Dê teqez pêk bê.”
“1emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd” bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Amedê dest pê kir û dê di rojan jî bidome.
Konferans li Navenda Kongreyê ya Çand Amedê, bi dirûşma “Em siyasetê demokratîk bikin, civaka demokratîk ava bikin” hat li dar xistin. Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ji herêmên Kurdan, Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek parlamenterên jin ên Kurd tev li bûn.
Li salona konferansê bi zimanên Kurdî, Tirkî û Erebî pankartên “Jin siyaseta demokratîk dimeşînin, civaka demokratîk ava dikin”, Jin, jiyan, azadî” û “Heke jin azad bibe civak jî dê azad bibe” hatin daliqandin.
Konferans, bi rêzgirtinê dest pê kir. Hevseroka Înîsiyatîfa Yekitiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di konferansê de axivî. Her weha di konferansê de peyama Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guvenê ku li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Sîncanê girtî ye, hat xwendin.
‘Dê yekitî teqez pêk bê’
Gulcan Kaçmaz Sayyîgîtê diyar kir ku konferansa wan dîrokî ye û got:
“Yên karîn bên konferansê û yên nekarîn bên lê ruhê wan li vir jî hene. Ji ber sînoran, hinek hevalên me yên ku dewletê destûr nedayî bên hene. Em silavan ji wan re dişînin. Em silavên xwe ji Leyla Guven, Semra Guzel, Pexşan Ezîzî û hêj gelek hevalên me yên din ên li zindanan li ber xwe didin re jî dişînin.”
“Jinên Kurd, gelê Kurd gelek zehmetî kişandin. Netewe dewletan sê rê nîşan dan. Ya yekemîn; gelê Kurd dabeşî 4 parçeyan kirin. Ya duyemîn; gelê Kurd tune hesibandin û pişaftin lê ferzkirin. Ya sêyemîn jî nehiştin Kurd bên cem hev û yekitiya xwe ya neteweyî ava bikin. Lê belê weke parlamenterên Kurd em îro dê ji bo yekitiya xwe bixebitin. Divê em xwedî li gotinên li vir tên kirin, biryarên li vir tên dayin derkevin. Heke em xwedî lê derkevin, em ê yekitiya xwe ava bikin. Şerê 3’yemîn ê cîhanê pêş dikeve. Felsefeya ‘Jin, jiyan, azadî’ rêya sêyemîn nîşanî gelê Kurdistanê û gelên Rojhilata Navîn dide. Çawa ku jinên Kurd bi felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' dengê xwe li cîhanê bilind kirin, di wê baweriyê de me ku tecrûbeyên hevalên me jî dê bi xwe re encamekî baş derxîne. Tevî mercên heyî jî li 4 parçeyên Kurdistanê û dîasporayê xebatên xurt tên meşandin. Jin dibêjin em di siyasetê de hene. Berxwedana jinan didome û dê bidome.”
“Birêz Ocalan dema qala Banga Aştî û Civaka Demokratîk kirî, li seranserî cîhanê deng veda. Em jin divê ji bo civaka demokratîk xebatên xwe mezin bikin. Berpirsyartiya me mezin e lê baweriya me zêde ye. Divê em xwedî li biryarên vê konferansê derkevin. Em zîhniyeta mêr-dewletê, polîtîkayên wan parçe bikin. Yekitî, ya gelê Kurd e, ya jinên Kurd e. Em ê teqez pêk bînin.”
“Pêwîstî bi edalet û wijdana jinan heye”
Her weha peyama Leyla Guvenê ji aliyê endama TJA'yê Mizgîn Irgatê ve hate xwendin.
Peyama Leyla Guvenê weha ye:
"Eger wê cîhaneke cihê jiyanê bê avakirin, divê civak bi rengekî cuda bê birêvebirin. Bêguman yên ku herî zêde li hemberî rêveberiya heyî ya despotîk, neteweperest û zayendîperest li ber xwe didin, jin in. Demeke dirêj e jin dengê xwe bilind dikin, dixwazin li qadên cemaweriyê hîn bi çalak cih bigirin û aqlê rêveberiyeke demokratîk ava bikin, ji ber ku hêviya civakê jî bi vî rengî ye. Bêguman ev bi hêsanî nabe. Zemîna parlamentê tenê yek ji van e. Her çend Tirkiye dixwaze weke welatên rojavayî bê dîtin jî û destpêkê 18 jin ji parlamentê re hate hilbijartin jî ev rewş bi pêş ve neçû, li paş ma. 'Siyaseta vîtrînê' ya sed salî dewam kir, heta ku Tevgera Siyasî ya Kurd biryara temsîliyeta wekhev da. Meclîsa Tirkiyeyê yekemcar bi coş, wêrekî û nasnameya jinê ya Leyla Zana bû xwedî rengekî nû. Jinên Kurd bi berxwedana ku Sakîne Cansiz di êşkenceyê de nîşan da, bi raperîna ku Bêrîvanan pêşengî jê re kirin, bi sekna fedakar a Zîlan, Sema, Bêrîtan û Arînan a li hemberî xiyanetê, li meclîsê bi meş û gotinên Leyla Zana hatin naskirin. Ev kevneşopî bi demê re kêm nebû, berevajî zêde bû û dewam kir."
"Di wê baweriyê de me ku modela li Rojava li cîhanê wê bibe paradîgmaya jinê ya azadîparêz, demokratîk û ekolojîk. Li Başûrê Kurdistanê pêşmergeyên jin ên hevalên Leyla Qasim îro jî li nava parlamentê kar dikin û fedakariyeke mezin dikin. Li Rojhilatê Kurdistanê jinên ku ji bo Komara Kurdistanê têkoşiyan, di şexsê Şîrîn Elemhûlî de li hemberî zextên paşverû yên molayan li zindanan serî natewînin û têne darvekirin. Li cihên bi vî rengî ku ewqasî êş heye, pêwîstî bi wijdan û edaleta jinê heye. Rêya vê jî ew e ku jin li parlamentan û hemû mekanîzmayên biryardayinê cih bigirin. Heta ku li qadên diyarker ên polîtîkayên giştî yên welatan jin nebin xwedî cih, ji bo jinan û civakê tiştekî kêrhatî pêk nayê.
Qadên ku jin vala bihêlin wê ji aliyê mêr ên bê wijdan ên desthilatdarîpreest û dijminên îradeya jinê ve bêne dagirtin. Ji ber vê yekê weke jin divê em van qadan dagirin. Ji ber ku li cîhanê hin jin hewl didin sîstemê berevajî bikin. Fîgurên faşîst û nijadperest ên wele Lady Thatcher, Tansû Çîller, Akşener û îro jî Le Pen, Meloni zêde dibin. Ev rewş bi têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan dikare bê teşhîrkirin û civak van jinên weke mêran nas bike. Me jinên Kurd li parlamentê gelek tişt dît. Niha jî û ji niha û pê ve jî divê em bi pratîka xwe dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' pêk bînin. Bi pêşengiya veguherîna demokratîk re divê em bi biryarên xwe bala civakê bikişînin û dilê civakê rehet bikin. Divê jin piştevaniya hev bikin û biryarên radîkal werbigirin. Mînak, biryareke bi vî rengî dikare bê wergirtin? 'Yên ku di qeyda wan de tundiya li dijî jin û zarokan hebe, çi bi devkî çi jî bi nivîskî ti carî nikare bibe parlamenter'. Yan jî 'Kesekî nahêle zarokên keç bixwîne, ti carî nikare bibe parlamenter'."
"Em jinên Kurd gelekî bi şens in, ji ber ku hevrêyekî me yê weke Ocalan heye. Wî em bi xwe da naskirin. Ez di wê baweriyê de me ku konferansa we, wê serketî be û rê li ber serdema nû bixe. Di karê we de serketinê dixwazim."
(AY)

