Li Amedê komekê tekbîra Allah û Ekber anî û êrişî çalakîya dansê kir. Vîdeoyên êrişî di demekî nêzîk da li ser medyaya civakî belav bûn.
Li gorî nûçeya Rûdawê komeka ku ji 50 kesî pêk dihat tekbîr anî û êrişî çalakîya dansê kir. Di encama êrişê de 2 kes birîndar bûn.
Dibistana dansê ya bi navê “Swingamed”ê li navenda bajêr li Parka Temayê çalakîyeka dansê li dar xist.
Piştî ku çalakîya dansê dest pê kir komeka ku ji 50 kesî pêk dihat çû parkê, wan tekbîr dan û êrişî koma dansê kir.
Hinek endamên koma dansê birîndar bûn û tîmên tenduristîyê 2 ji wan rakirin nexweşxaneyê.
Piştî êrişê parlamentera DEM Partiyê ya Amedê Adalet Kayayê li ser hesabê xwe yê Xê bertek nîşanî êrişê da û got:
“Em êrişî şermezar dikin û em li kêleka Swingamedê ne.
Em dizanin bê komên kevneperst û faşîst ên ku tehemulî reng, ciwan û jinên vî bajarî nakin ji kê re xizmetê dikin.
Em bangî wan kesan dikin ku li vî bajarî, li vê erdnîgariyê bi xewna ‘Hizbulah’ê radizin û hêvî dikin ku wê xewnê pêk bînin: Bi hedê xwe zanibin! Dûrî zarok, kolan û parkên vî gelî bibin.”
Çavkanî: Rûdaw