Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi hevkariya Weşanxaneya Moriyê wê li Amedê Kargeha Çîrokên Afirîner li dar bixin.
Mem Bawer wê kargehê bi rê ve bibe ku heta niha 14 pirtûkên zarokan weşandine.
Di kargehê de wê çîroka “Hebhinarê” ya folklora kurdan bê nirxandin. Di kargehê de wê fikr û nêrînên zarokan bên standin û piştî xwendina çîrokê jî wê nîqaş li ser çîrokê bê kirin.
Di kargehê de jî her yek ji zarokên beşdar, li ser mijareke diyarkirî wê çîrokekê binivîse. Di dawiya kargehê de jî ew çîrokên hatine nivîsîn, wê bên gotûbêjkirin.
Kargew wê roja 15ê Çiriya Pêşiyê ya 2023yan saet di navbera 16.00 û 17.00ê de Zarok Mayê pêk bê. 15 kes wê bikaribin beşdar bibin û zarokên ku temenên wan di navbera 10 û 14an de wê bikaribin serî lê bidin. (FD)