Li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi kurdî hatin jêbirin
Komeke nasnameya wan nediyar li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi kurdî, “Hêdî” û “Pêşî Peya” bi boyaxa reş jê birin.
![Li Amedê hişyariyên trafîkê yên bi kurdî hatin jêbirin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/29/li-amede-hisyariyen-trafike-yen-bi-kurdi-hatin-jebirin.jpg)
Piştî Wanê li Amedê jî nivîsên bi kurdî yên “Hêdî” û “Pêşî Peya” hatin jê birin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê şevê din saet derdora 03.21ê otomobîlek, kamyonek û wesayîteke bi markaya Rangerê çûye pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.
Her weha li gorî heman nûçeyê kesek ji wesayîta Rangerê peya bûye û di kêleka wî de çek hebûye, li devera lambayên trafîkê hatin û çûna wesayîtan kontrol kir. Piştre jî 2 kesên ji wesayîtê peya bûn û derdor kontrol kirin. Kesên din jî bi firçe û boyaxan nivîsên bi kurdî reş kirin.
Her weha li kolana Ofîsa navçeya Bajarê Nû ya Amedê jî li gelek cihên din ên bajar nivîsên bi kurdî hatin jê birin.