Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Li Tirkiyeyê di 1ê Tîrmehê de qedexeyên ji ber Covîd-19ê bi temamî rabûbû û piştî vê dîrokê hejmara nexweşan carekî din bi awayekî bilez zêde bûye.
Di 1ê Tîrmehê de roja ku qedexe rabûbû hejmara nexweşan 5 hezar û 288 bû û ji duh pê ve hejmara nexweşan nêzîkî 27 hezarî bûye. Hejmara kesên ku ji ber vîrûsê mirine di du rojên dawî de ji 120an derbas kiriye.
Ji sedî 85ê nexweşên giran derzî nebûne”
Elîf Tûran, Seroka Odeya Doktoran ya Amedê bi bîanetê re axivî û diyar kir ku, rojanê kêmzêde nêzîkî 2 hezar nexweş tên tespîtkirin.
Tûranê destnîşan kir ku li Amedê serwîsên girtî yên tevahî nexweşxaneyan ku nexweşxaneyên taybet jî di nav de dîsa vêbûye û bi awayekî lez tijî bûne.
Tûranê weha got, “Hejmara kesên ku li nexweşxaneyê hatine razandin, gihaştiye 300î. Hejmara nexweşên me yên giran ku di beşa nexweşên giran de ne gihaştiye 80yî. Ji sedî 85ê nexweşên ku di beşa giran de ne derziya Covîd-19ê li xwe nexistine.”
“Hejmara nexweşên hatine razandin ji 50î derketiye 300î”
Tûranê hejmara nexweşan yên pêş 1ê Tîrmehê bibîrxist û got, “Dema ku hê qedexe ranebûbû hejmara nexweşan rojane nêzîkî 140 kesî bû. Hejmara kesên ku li nexweşxaneyê dihat razandin jî kêmzêde 50 bû. Niha hejmara nexweşan bûye 2 hezar. Zêdebûna hejmara nexweşan ya mehekê dide nişandan ku vîrus bi lezeke mezin belav dibe.”
Tûranê ji gel xwest ku derzî bibin û weha got, “Em dibînin ku kesên derzî dibin bi sivikayî nexweşiyê derbas dikin. Bila kes bi zanyariyên şaş yên derbarê derzîyan de nexapin û bila her kes berê ji bo heskiriyên xwe û piştre jî ji bo tenduristiya civakê derzî bibin.”
(RT/AY)