Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Amedê gelek kafe, xwaringeh û xwediyên otêlan bêpere xwarin û cihê razanê didin welatiyan.
Navenda Rehabîlîtasyonê ya Sevgî Diyari û Malbata Pepûle Mitbexê li aliyekê pêdiviyên erzaq û stargehê yên welatiyên ku di erdheja li Amedê de zirar dîtine pêk tînin, li aliyê din jî hewl didin ku pêdiviyên mexdûrên erdhêja Mereş, Semsûr û Hetayê ku tên Amedê bi cih bînin.
"Gelê me xwedî li me derket"
Yek ji berbirsên Navenda Rehabîlîtasyonê ya Sevgî Diyarı Vedat Tokmakî dibêje,“Me dît ku şaredarî û rayedarên dewletê yên Amedê têra xwe negihandin gel. Alîkariya me ya şexsî têrê nake. Em li bendê ne ku rayedar ji bo her kesî bi rengekî plankirî çareseriyekê pêk bînin, qet nebe psîkolojiya tirsê ji holê rakin."
Welatiyên ku di navenda rehabîlîtasyonê de pêdiviyên xwe yên xaniyan bi cih anîn gotin, "Ne dewlet gelê me li me xwedî derket."
Yek ji xwediyên Pepûle Mitbexê Şehrîban Matyarê jî diyar kir ku, divê bi xebateke kolektîf xaleke hevpar em hêza xwe xurt bikin. (RY/AY)