Li Amedê êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirin
Şaredariya Peyasê di 26ê Mijdarê de bi merasîmekî Peykera “Jinên Têkoşer” danîbû. Kes ango kesên ku nasnameya wan nediyar êrişî peykerê kirin û destê peykerê şikandin.
Şaredariya Peyasê ya Amedê di 26ê Mijdarê de li Parka Medyayê ya Navçeya Peyasê ya Amedê Peykera “Jinên Têkoşer” bi merasîmekî danîbû û peyker diyarî tevahî jinan kiribû. Her weha duh (4ê Mijdarê) êrişî peykerê kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Welat piştî danîna peykerê li ser medyaya civakî kesên selefî peyker kirine armanc.
Şaredariya Peyasê têkildarî êrişên li ser medyaya civakî di 28ê Mijdarê de bi nivîskî daxuyanî dabû û gotibû ku êrişên li ser peykerê tê wateya dijminatiya jinan. Şaredariyê diyar kiribû ku ew ên her tim di nava bajêr de şopa jinan derxin pêş.
Piştî hedefgirtina peykerê, kes an jî kesên nasnameya wan nediyar êrişî peykera “Jinên Têkoşer” kirine û destê peykerê şikandine.


(AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.