Li Amedê du kes ji ber şewata ku li avahiyek derketibû, hat girtin
Li navçeya Peyasê ya Amedê di saetên êvara Pêncşema 5ê Hezîranê de li Sîteya Rojava di avahiyek 13 qatî de şewat derket û di encamê de dayîkek û sê zarokên wê mirin.Têkildarî şewatên pêşketinên girîng pêk hatin.
Ji pênc kesên ku piştî şewatê hatibûn desteserkirin, jê du kes hatin girtin û sê kes jî bi şertê kontrola edlî serbest bûn.
Li Amedê agir bi avahiyek ket: 2 jê zarok 4 kes mirin, 13 kes jî birîndar bûn
Mitehîdê avahiyê hat girtin
Derheqê şewatê de lêpirsîn hate destpêkirin û didome. Di çarçoveya lêpirsînê de duh 2 kes hatibûn girtin. Piştre jî dozgeriyê ji bo kesekî biryara girtinê û ji bo 2 kesan jî biryara desteserkirinê da.
Di lêpirsînê de bi giştî 5 kes hatin desteserkirin. Ji desteserkiriyan B.C. ê ku berpirsyarê kontrola avahiyê ye û mutehîtê avahiyê M.A.Ç. bi biryara Dadgêriya Ceza ya Sulhê ve bi sedema "Ji ber qisûriya xwe bûye sedema mirin û birîndariya gelek kesan" hatin girtin. Ji desteserkiriyan 3 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Di şewatê de Bircan Çavdar û zarokên wê Yunus Emre(12), Zeynep(4) û Elîf Çavdarê(4) jiyana xwe ji dest dabûn.
(AB/AY)