ERDHEJÊN 6Ê SIBATÊ
Li Amedê di lêpirsîna Sîteya Galeriayê de 7 kes serbest bûne
Li Amedê di erdhejan de di Sîteya Galerîayê de 89 kes miribûn. Di lêpirsîna têkildarî sîteyê de 7 gumanbar serbest bûne.
![Li Amedê di lêpirsîna Sîteya Galeriayê de 7 kes serbest bûne](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/281/956/original/99bb_(21).jpeg)
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di erhejên 6ê Sibatê de di Sîteya Galerîayê de 89 kes miribûn. Di lêpirsîna têkildarî Sîteya Galerîayê de ji kesên ku hatine girtin jê 7 gumanbar duh tehliye bûne.
Di Buroya Lêpirsîna Erdhejê de cîgirek serdozgerê komarî û sê dozger wezîfedar in.
Parêzerên 7 gumanbaran ji bo ku miwekîlên wan were tehliyekirin serî li 2emîn Dadgeha Cezê û Aştiyê ya nobedar dabûn.
Heyeta dadgehê daxwaza parêzeran nirxandiye û berhevkirina delîlan weke hêcet nîşan daye û biryara berdana B.Y., E.T., M.T., M.A.Ö., N.Y., R.Ş. û S.Ö. daye.
Di çarçoveya lêpirsînê de girtî mayîna 4 karsazan dewam dike.
(AS/AY)