Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li gundê Yabanardi yê navçeya Çermûkê ya Amedê li baxçeyê dibistana gund di dema dengdayînê de saet 09.30ê de pevçûn derket. Di dema pevçûnê de 2 jê bi giranî 3 kes bi çekan birîndar bûn.
Li gorî nûçeya dihaberê ji birîndaran Abdulrezzak (Evdo) Yildiz û kurê wî Şeyhmus Yildiz mirin.
İdris Yildiz rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.
Hat îdiakirin ku di dengdayinê de hîle dihat kirin
dihaberê nivîsand ku “Yildiz birayê xwe yê AKPyî ji ber ku li şûna hin kesên din deng bikar dianî hişyar kiriye” û pevçûn ji ber vê sedemê derketiye.
Rojnameya Cumhuriyetê jî nivîsand ku pevçûn ji ber cudahiya nêrînên siyasî derketiye, di pevçûnê de çek, kêr û dar hatine bikar anîn û Mehmet Yildiz, kurê muxtarê gund Xidir Yildiz bi devançeyê gule berdaye”.
Leşkeran kurên muxtar Mehmet û Tahir Yildiz desteser kiriye. (AS/FD)