Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Gundê Yaylak û gundikên Sîmetok, Dêrik û Licikasimoyê yên navçeya Pasûrê ji saet 09.00ê sibê û pê de derketina derve hat qedexekirin.
Walîtiya Amedê biryara qedexeyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kir lê nehatiye diyarkirin ku wê qedexe kengî biqede.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de diyarkiriye ku biryara qedexeyê di çarçoveya Yasaya Birêvebirina Bajêr ya hejmar 5442yê de hatiye girtin.
Walîtiyê derbarê operasyona ku wê bê lidarxistin de ev daxuyanî da:
“Li herêmên ku wê operasyon li dar bikeve bi armanca ku ewlehiya can û mal û milkên gel bê parastin û ziyan negihêje welatiyên sivîl, di çarçoveya Yasaya Birêveberina Bajêr ya hejmar 5442yê li herêmên ku hatine diyarkirin (Gundê Yayla û gundikên Simetok, Derik û Lcikasimoyê yên navçeya Pasûrê) ji 14yê Kanûna Pêşiyê ya 2017yê saet ji 09:00ê û pê de heta fermaneke din derketina derve hatiye qedexekirin.” (AS/FD)