Li gor nûçeya Murat Turkerî ji bo bianetê nivîsî: 7. Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê dê 8ê Gulanê dest pê bike.
Festîvalê Komeleya Akademîya Sînemayê ya Rojhilata Navîn pêk tîne.
Fîlma yekem fîlma I Am The Revolution (Ez Şoreş Im/Ben Devrimim) ya Benedetta Argentieriyê ye.
Festîval dê heta 12ê Gulanê dom bike. Amadekarên festîvalê(mîhrîcanê) diyar kirine ku temaşevanên belgefîlman ji temaşevanên dî cidatir in.
Wan diyar kiriye ku dema şer, koçberî, guvaş, xîzanî û xerabkirina xwezayê heyî de zehmet e ku mirov bi wesfên baş ên mirovatîyê xwe biparêze.
Ji bo dîtina agahîyên berfirehtir li vê dûvelankê bitikînin.
(MT/EKN/MB)