Dadgerê 11emîn Daîreya Cezê ya Dadgeha Edliya Herêmî a Amedê Murat Ozcanê 42 salî mir.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hevpîşeyên wî yên ku agahî jê negirtine duh bi şev çûne mala dadger. Dema derî venebûye, hevpîşeyên wî Navenda Rewşa Lezgîn a 112ê agahdar dikin. Ekîbên tenduristiyê, polîs û agirkujiyê diçin cihê bûyerê. Ekîp dema dikevin malê dibînin ku Ozcan mirî ye.
Cenaze ji bo otopsiyê birin Saziya Tiba Edlî ya Amedê.
Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
(AS/AY)