Li Amedê civîna 'Înîsiyatîfa Yekitiyê' hat lidarxistin

Li Amedê bi beşdariya nûnerên partiyên siyasî yên Kurd, saziyên sivîl ên civakî, rûspî, oldar û bawermend, kesayet, parlamenter ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekitiyê” li Çand Amedê civîn li dar dixin.
Civînê îro dest pê kir û wê heta sibê bidome. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, nûner û rêveberên partiyên Kurd, rêxistinên sivîl, rûpsî, kesayet û gelek kes tev li bûn. Li eywanê bi zaravayên Kurmancî û Kirmanckî yên Kurdî, Tirkî, Erebî, Suryanî û Ermenkî pankarta “Em ê bi helwesta yekitiyê bi ser bikevin” hate daliqandin.
Civîn bi hilbijartina dîwanê û rêzgirtinê dest pê kir. Salîha Aydenîz, Dîba Keskîn, Nahît Eren, Kasim Firat û Ayetullah Aştî ji bo dîwanê hatin bijartin.
“Ji bo Înîsiyatîfê 9 mehan xebat meşandin”
Piştre yek ji endamê Înîsiyatîfê Orhan Ayaz da zanîn ku ji bo ragihandina “Înîsiyatîfa Yekitiyê” 9 mehan xebat meşandin e û got: “Çavê temamê Kurdistan û cîhanê li vê civîna me ye. Em ê jî li ser vê bingehê civîna xwe pêk bînin.”
“Em di serî de yekitiya xwe pêk bînin û bi pêş ve bibin”
Her weha parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Salîha Aydenîz qala xebatên Sirri Sureya Onder û tevkariya wî ya li pêvajoya heyî kir û ji malbata wî, DEM Partiyê û gelê Kurd û Tirkiyeyê re sersaxî xwest. Salîha Aydenîz destnîşan kir ku ji bo aştî û demokrasî were vî welatî dê xebatên wan bidomin.
Aydeniz: “Yekitiya xwe pêk bînin”
Salîha Aydenîz bal kişand ser banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Abdullah Ocalan û wiha got: “Ji bo ku ev bangawazî bigihije armanca xwe xebatan dimeşînin. Em ê li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê yekitiya xwe pêk bînin. Yekitiya Rojava yekîtiya Sûriyê ye. Yekitiya Bakur yekîtiya Tirkiyeyê ye. Yekîtiya Başûr yekîtiya Iraqê ye. Yekitiya Rojhilat yekîtiya Îranê ye. Bi gotineke din yekitiya Kurdan tê wateya yekîtî û demokratîkbûna Rojhilata Navîn."
Aydenîz: “Bi rola xwe rabin”
Salîha Aydenîz her wiha bal kişand ser kongreya PKKê ya di navbera 5-7ê Gulanê de pêk hat û got: “Divê jin, ciwan û civak zêdetir bi rola xwe rabin. Em di serî de yekitiya xwe pêk bînin û bi pêş ve bibin. Em ê li ber van gavên dîrokî berpirsyartiya xwe bi cih bînin. Em spasiya hemû kesên ku ked dane avakirina înîsiyatîfê dikin.”
“Ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd”
Piştre parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyurek axivî. Sînan Çîftyurek wiha got: “Dewletê bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Vê hevdîtinê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd hêviyek derxist holê. Em hişmendî û realiteya Kurdistanê digirin ber çavan û me xwest bi hemû pêkhateyan em civînê li dar bixin. Birêz Ocalan ji bo çareserkirina meseleya kurd û demokratîkbûna civakê bang kir. Em weke înîsiyatîf vê bangê girîng dibînin. Duh jî PKKê kongreya xwe li dar xist û gotin dê çekan danin. Banga me ya ji gelê me re jin û ciwanan, rewşenbîr û seydayan re ew e ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd, zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdehiyê û ji bo aştiyeke mayînde û civaka demokratîk piştgiriyê bidin Înîsiyatîfa Yekitiyê.”
“Em Kurd yek deng in”
Sînan Çîftyurek bal kişand ser Konferansa Yekrêzî û Yekhelwestiya Kurdî ya li Rojavayê Kurdistanê ku li Qamişlo pêk hat û wiha got: “Konferanseke girîng pêk hat. Ev ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û seranserê Sûriyeyê girîng bû û biryarên girîng girtin. Gotin em Kurd yek deng in. Hêvî dikim ku ev Înîsiyatîf li vê derê biryareke baş bigire û rêya me veke.”
Piştî axaftinan civînê ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.
(ED/AY)
Înîsiyatifa Yekitiya Demokratîk damezrandina xwe ragihand
PLATFORMA JİNAN A DÎCLE AMEDÊ
"Em ji bo Bahar Aksû û hemû jinen ku hatine qetilkirin li qadan in"
Meşa li dijî tiryakê li Amedê: "Ev pirsgirêk jehreke berbelave û pirsgirêkeke pergalî ye"

10emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê dest pê kir

Li Amedê lansmana projeya ‘Raborî Pêşeroj e’ dest pê kir
