Li ser ferman û biryara Serokomar û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan cihê fermandarên leşkeriyê, polîs, cîgirên walîyan û qeymeqaman guherîye.
Qeymeqamên navçeyên Pasûr, Licê, Karaz, Gêl û Hezroyê yên Amedê hatiye guhertin û tayînî navçeyên cuda bûne.
Her wiha cîgirê waliyê Amedê Selîm Çomakli jî wek qeymeqam tayînî navçeya Kaynarca ya Sakaryayê bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamayê Îlyas Ozturk û Fatîh Ayaz wek cigirên waliyê Amedê hatine tayînkirin. Li şûna van qeymeqam ango qeyûmên cihê wan hatine guhertin qeyûm û qeymeqamên nû hatine tayînkirin.
Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî di sala 2019an de qeyûm tayînî ser şaredariyên Pasûr, Licê, Karaz, Gêl û Hezroyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) hatibûn kirin.
(AY)