Bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Mezopotamyayê (MED-DER) û Partiya Çep a Kesk bi boneya 15ê Gulanê Roja Cejna Zimanê Kurdî şahiyek hatiye lidarxistin.
Şahî li navçeya Sûrê li ber buroya hilbijartinê a Partiya Çep a Kesk hatiye lidarxistin. Namzetên Partiya Çep a Kesk yên jin ên Amedê, Tevgera Jinên Azad (TJA), endamên Komeleya Jinan a Rosayê û gelek jin tevlî şahiyê bûne.
Jinên ku bi cil û bergên xwe yên kurdî tevlî şahiyê bûne, pankartên ku li ser "Ziwanêko azad cuyêka azad", "Ez bi kurdî dijîm," "Zimanekî azad jiyaneke azad", "Bila kurdî bibe zimanê perwerdê” û “Zimanê bê perwerdehî ne ziman e” nivîsandî bilind kirine.
Di şahiyê de govend hatiye gerandin û dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” hatiye berzkirin. Piştî şahiyê daxuyanî hat dayîn
Daxûyaniya hevpar ji aliyê rêvebira MED-DERê Dîlan Guvenç ve hatiye xwendin
Guvençê di daxuyaniyê de bal kişand ser Kovara Hawarê ya ku bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan di 15ê Gulana 1932an de dest bi weşanê kiriye û wiha gotiye: “Bi vî awayî 15ê Gulanê di dîroka neteweya kurd de bû rojeke dîrokî. Di encama têkoşîna azadiya gelê kurd a neteweyî de, ev roj di sala 2006’an de, bi ked û hewldanên Tevgera Ziman û Perwerdehiya Kurdî (TZP), wek Cejna Zimanê Kurdî hat îlankirin.”
“Bêguman, ziman ji bo hemû neteweyan xaleke bingehîn û jêneger e, lê wek hemû neteweyên bindest ji bo neteweya kurd jî sedema man û nemanê ye. Divê em kurd berî her tiştî vê rastiya xwe baş bizanibin û hişmendiya xwe ya li ser zimanê xwe li gor vê rastiyê ava bikin.”
“Têkoşer û şoreşgerên ziman jin in”
Guvençê diyar kiriye ku jêderk û çavkaniya Hawara zimanê kurdî bi qasî dîroka kurdan qedîm e û ev tişt anîn ziman: “Dema ku em dibêjin jin jiyan e em wate û giraniya vê gotinê baş dizanin. Lewre jin çawa ku avakara herî sereke ya jiyanê ye, avakara sereke ya zimanî jî ye. Çawa ku têkoşer û şoreşgerên ewil ên dîrokê jin in, têkoşer û şoreşgerên zimanî jî jin in.Di dîroka gelê kurd de, ji bo parastin û pêşxistina ziman û çanda kurdî û nirxên kurdewar gelek jinên kurd di asta pêşengiyê de têkoşîn û xebatên girîng meşandine, berdêlên mezin dane. Li her çar milên Kurdistanê, jinên wek Mestûre Kurdistanî, Rihan Xanima Loristanî, Celale Xanima Loristanî, Dayê Tewraza Hewramî, Semen Xanima Dewdanî, Nêrgiz Xanima Şehrezorî, Lîza Xanim, Eyşe Şan, Sîma Semend, Jîla Huseynî, Sêvê Demîr û bi sedan jinên kurd ên din mînakên vê yên herî şênber in.
“Divê em zimanê xwe di her qadê de bi pêş bixin”
Guvençê xwest ku têkoşîna parastin û pêşxistina zimanê kurdî li her derê were bilindkirin û wiha dawî li daxuyaniyê anî: “Ji bo vê pêşengiyê bikin em jinên kurd in. Ji ber vê yekê, em jin çawa ku jiyana xwe bi giyanekî azad ava dikin, divê jiyana azad jî bi zimanê xwe ava bikin. Pêwîst e ku em têkoşîna jiyana azad bi jinên têkoşer ên kurdîparêz û kurdewar bilind bikin; jiyana azad bi zimanê xwe, bi çanda xwe, bi nirxên xwe yên kurdewar tacîdar bikin. Li şûna ku em tenê bibêjin ku em xwedî li zimanê dayikê derkevin; divê em di heman demê de bibêjin ku em xwedî li zimanê jinê, jînê û azadiyê derkevin.Em naxwazin ku êdî em ji bo parastin û pêşxistina zimanê kurdî tenê bangewaziyan bikin. Ji bo vê jî pêwist e ku em zimanê xwe li her qadê bi pêş bixin, xurt bikin û bikin zimanê fermî, zimanê perwerdehî, zanist, felsefe û wêjeyeke pêşketî û li her derê jiyan û cihanê belav bikin; bila zarokên me kurdan, ciwanên me, nifşên me yên nû bi hişmendiya ziman, çand û nirxên xwe yêN neteweyî mezin bibin; bi zimanê xwe bifikirin, biaxivin, bixwînin, binivîsin û bijîn. Ji bo vê divê em têkoşîna ku bi sedan sal e bi awayekî bêhempa tê dayîn li her qadê bilindtir û xurtir bikin. Qet gumana me nîn e ku encama têkoşîna me dê bi ser bikeve û bêhempa be. Bi vê bîr û baweriyê, em di serî de dayik û jinên kurd ên kurdîparêz û çandparêz hemû têkoşer û kedkarên ziman û çanda kurdî bi bîr tînin û bejna xwe li ber hebûn û keda wan a zimanê kurdî û nirxên kurdewar ditewînin; Cejna Zimanê Kurdî li jin û dayikên Kurd û hemû gelê Kurd pîroz dikin.”
Piştî daxuyaniyê jinên ku tevlî şahiyê bûn bi cil û bergên kurdî ji bo mitînga Amedê ku wê di 13ê Gulanê de were li darxistin, belavokan belav kirin û gel vexwandin mitîngê.(AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê