8Ê ADARÊ ROJA JINAN A CÎHANÊ
Li Amedê çalakiyên ji bo 8ê Adarê bi çoşeke mezin didomin
Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasa Amedê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li Bazara Keda Jinan şahiyek li dar xistin.
Di şahiyê de behsa ked, hevgirtin û hêza jinan hat kirin û piştre jinan bi coşeke mezin govend gerandin.

Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, saziyên jinan û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. Gulşen Sîncarê di şahiyê de axavî û got ku bi hevgirtin û kombûna jinan bi hev re dibe hêz û ev hêz bingeha têkoşîna jinan xûrttir dike.
Çalakiya ku di çarçoveya 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî de li Bazara Keda Jinan pêk hat, piştî axaftinan bi muzîk û coşeke mezin dewam kir. Her weha çalakî bi govend gerandina jinan bi dawî bû.
Em bi hev re hevgirtinê mezin dikin"
Bi boneya bernameya çalakiyên Rêvebiriya Polîtîkayên Jinan û Meclîsa Jinan ya Şaredariya Peyasê, Hevşaredar Cengîz Dundar serdana Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan kir û piştgiriya xwe ji bo xebatên wan ragihand.

Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar di serdanê de behsa girîngiya wan polîtîka û projeyên ku pêşî li xebatên jinan vedike kir û got ku ji bo pêkanîna wan xebatan çi hewce bike dê ew gavan biavêje û bibe alîkar.
Her weha Dundar axavtina xwe wiha domand:
“Têkoşîna jinan li tevahiya jiyanê bi destkeftiyên mezin berdewam dike. Ji bo
keda jinan û hilberîna wan derkeve holê, em wek şaredarî çi pêwîst be dê pêk bînin.”
Dundar nêrînên xwe bi xebatkarên pirtûkxaneyê re parve kir û nêrîn û nirxandinên wan guhdar kir û di dawiya serdanê de nêrînên xwe yên li ser wate û girîngiya rojê di deftera pirtûkxaneyê de nivîsand.
(ED/AY)
ROJÊN PİRTÛKÊN KURDÎ
"Ev Meydan dê bibe Meydana Kurdî"
Têkoşîna 17 salan a li Zozanên Hesandînê: Li dijî kanzayan parastina jiyanê
“Hevdîtina Jinan a Ked, Çand û Hunerê" ya Amedê: Jin bi keda xwe jiyana azad ji nû ve ava dikin
Meşa Cejna Zimanê Kurdî a Amedê: "Bila kurdî bibe xwedî statu"
Kaytan û Altûn li Amedê hat bibîranîn