Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Federasyona Komeleyên Hiqûqî û Piştevaniya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) xwestin li Parka Koşûyolûyê daxuyanî bidin.
Hevserokên Giştî yên DBPê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Çep a Kesk Omer Ocalan, Sirri Sakik, Bêrîtan Guneş, Gulistan Kiliç Koçyîgît, Ceylan Akşa, Omer Farûk Hulaku, Ferît Şenyaşar, Ayten Kordû, Serhat Eren, George Aslan, Mehmet Ruştu Tîryakî û Sînan Çîftyurek tevlî daxuyaniyê bûn. Her weha polîsan destûr nedan daxuyaniyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê polîsan kesên xwestine tevlî daxuyaniyê bibin dorpêç kirine û ji wan re gotine, ji ber qedexeya çalakiyan ya Walîtiya Amedê ew dê destûrê nedin daxuyanî pêk were.
Kesên ku li cihên cûda cûda yên parkê ketine ber dorpêça polîsan siloganên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" derbirîne.
Parlamenter ji bo dorpêç bi dawî bibe demekê bi polîsan re hevdîtin kirin lê polîsan dorpêç ranekirin.
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Omer Ocalan bertek nîşanî astengkirina daxuyaniyê da û got: "Em ê daxuyaniya xwe bidin. Birêz Ocalan rewa ye, aştiyê diparêze û aramiya vî welatî diparêze. Em ê xwedî li ziman, çand, îrade û siyaseta xwe derkevin. We parlamenter dorpêç kirine û îşkenceyê li gel dikin, lê hûn li pişt kesên komkujî pêk anîne radiwestin."
Di çalakiyê de 92 kes hatine desteserkirin.
(RT/AY)