Li Amedê bijîşk hatin girtin, nexweş nehatin emeliyatkirin
![Li Amedê bijîşk hatin girtin, nexweş nehatin emeliyatkirin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/188/590/original/drbb.jpg)
Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Amedê herdu serokên berê yên Jora Bijîşkan û pênc mafparêz hatin girtin.
Dadgeriya Amedê ji bo 12 kesên desteserkirî biryar da. Li gor biryarê ev heft kes hatin girtin:
Herdu serokên berê yên Jora Bijîşkan, Op. Dr. Selçûk Mizrakli û Dr. Şemsettîn Koç, endamê dîwana birêvebir a Komeleya Mafên Mirovan Alî Riza Yurtsever, dersdêra teqawîtbûyî û endama Kongreya Civakên Demokratîk(KCD) Zohre Taş, hemşîre endama KCD û SES(Sendîkaya Kedkarên Saxlemiyê) Saliha Akdenîz, Ji Sendîkaya Perwerdeyê(Egitim Sen) Ebrû Yîgît û Mehmet Aydin.
7 rojan desteserkirî bûn
Mafparêz di 19ê Tîrmehê de hatibûn desteserkirin û 7 rojan desteserkirî bûn.
Mafparêz bi lêpirsîneka li PKK(Partiya Karkerên Kurdistanê) tê kirin hatine desteserkirin.
Endamê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Dr. Necdet Îpekyûz jî di 19ê hatibû desteserkirin û piştî îfadedanê bi şertê kontrola edlî serbest hatibû berdan.
Mafê Saxlemiya civakê binpê bû
Endamê Lijneya Birêvebir a Yekîtîya Bijîşkên Tirk(TTB) Dr. Şeyhmûs Gokalpî ji bianetê re got:
“[hêzên ewlehiyê] dikarî ji hevalên me bixwazin ku ew îfadeyê bidin.
“Ew serê sibeyê siet 6.00 li mala wan hatine desteserkirin. Ji bo wê rojê û rojên piştî wê plana kirina hin emeliyatan hatibû kirin û ew emeliyat nehatin kirin.”(AS/MB)
Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket
![Rojnameger Ayşenûr Arslanê îfade da dozgerî, ji edliyeyê derket](https://static.bianet.org/haber/2023/10/03/gazeteci-aysenur-arslan-ifadeye-goturuluyor.jpg)
Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin
![Dozger: Bi xêzkirinê jî mirov dikarin propagandaya rêxistinê bikin](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/284/275/original/44bb.jpg)
Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim
![Celalettîn Can: Ez dixwazim demildest azad bibim](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/283/600/original/celalettin-can-tutuklama.jpg)
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye
![DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Osman Baydemîrî binpê bûye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/280/248/original/66bb.jpg)
Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”
![Polîsan berê li mexdûrê erdhejê daye, paşê gotiye “bibore, bi şaşî me li te da”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/274/869/original/hatay.jpeg)