Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Dîcleyê ya Amedê endamên PKKyê(Partiya Karkerên Kurdistanê) teqemeniyên li rexa rêya wesayitan bicihkirîn li leşkeran teqandiye, sê leşker mirine. Li gor agahiyên fermî du leşker serbazên pispor in leşkerek Cendirmeyê astsubay e.
Serbazê pispor Faysal Ulsal dê navçeya Alanyayê ya bajarê Antalyayê û serbazê pispor Kadir Çaki dê li Amasyayê û Cendirmeyê astsubay, Ummet Ufacik dê li Konyayê bê binaxkirin.
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê diyar kiriye du leşker li cihê bûyerê mirine û pênc lleşker birîndar bûne.
(AS/MB)
Wêne: Atilla Memiş - Konya / DHA