Fotograf: Umut Ali Adalı
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di pîrozbahiya Newrozê de îro navend Amed e.
Newroz îsal bi slogana “Dem dema serkeftinê ye” tê li dar xistin. Bernameya Newroza Amedê jî weke ya dawî ya bernameyên Newrozê hatiye sazkirin. Newroz li Amedê li Parka Newrozê pêk tê.
Bi deh hezaran Amedî ji saetên sibehê ve û ji çar aliyên bajêr ve ber bi qada Newrozê ve herikîn.
Kesên ji hêla navçeya Bismilê hatin li derveyî Bismilê û di deriyê ketina Amedê de hatin sekinandin û polîsan li vir li nasnameyan nêrî.
Gel ji bo bikeve qada Newrozê ji 6 xalên kontrolê yên polîsan derbas dibin. Li ber xalên kontrolê, bi sedan kes ketin rêzê.
Bi hezaran kes li vir dest bi govenê girtin û helwesta polîsan protesto kirin.
Lê digel hemû astengiyan Newroz bi coş tê pîrozkirin û kesên ji bariyeran diborin dest bi berzkirina sloganan dikin.
Kesên li qadê li ber stranên Rojdayê govendê digerînin.
Hevserokê Şaxa Amedê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zeyyat Ceylan, li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê axivî û wiha got: “Bila Newroza Qamişloyê, Mahabadê, Hewlêrê pîroz be. Bila Newroza çar parçeyên Kurdistanê pîroz be. Heta roja zilm hebe wê berxwedana Newrozê dewam bike. Ji bo kesên digotin em ê îradeya siyasî ya kurdan bişikînin, aha bersiv, aha Amed."
Agirê Newrozê pê xistin.
Li qada Newrozê li gelek deveran beşdar kom bi kom govenê digerînin û stranan distirên û sloganan berz dikin.
Ahmet Turkî li ser dikê dest bi axavtina xwe kir û bal kişand ser rewşa tenduristiyê ya Aysel Tûglûkê û bang li siyasetmedarên kurd kir û ji wan re got, "Êdî dema yekîtiya kurdan e."
Nameya siyasetmedara kurd a girtî Leyla Guvenê û Hevserokê Giştî yê Amedê yê girtî Dr. Selçûk Mizrakliyî hatin xwendin.
Guvenê nameya xwe ji Girtîgeha Elezîzê şandiye û di nameyê de ev peyam şandiye: "Li dijî şer, zext û bêedaletiyê hûn li derve û em jî li zindanan dibêjin; ‘Dem dema serkeftinê ye'.Em dibînin ku gelek di şexsê birêz Abdullah Ocalan de tê tecrîdkirin û ev tecrîd niha li hemû girtîgehan berbelav bûye. Di têkoşîna xwe ya rewa de pêdiviya me bi însafa kesekî nîne. Weke jinên kurd em dibêjin ku dê li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojava tifaqa xwe ya neteweyî ava bikin û bi vî awayî dest bi sedsala nû bikin."
Hevseroka Giştî ya HDPyê Pervîn Bûldanê axivî û got: “Îro roja aştiyê ye, îro roja azadiyê ye, îro Newroz e... Hûn hemû bi xêr hatin. Li çar aliyê tirkiyeyê li ber hemû agiran Selahattîn Demîrtaş heye, Fîgen Yuksekdag heye, Aysel Tûglûk heye, Sebahat Tûncel heye... Hemû li nav me ne, hemû li vê qadê ne."
Bûldana ku Demîz Poyraz û kemal Kûrkût bibîr anî wiha dirêjî da gotinên xwe:
“Newroz hevgirtina di îradeya yekîtiya netewî de ye. Newroz cejna wan Mazlûman e ku stû ji zaliman re natewînin. Peymana 9 sal berê li vê qadê hate xwendin, nexşerêya çareseriya pirsgirêka kurdan bû. Tiştên di nava 9 salan de pêk hatin, nîşan dan ku bê ka çiqas pêwîstî li vê lihevkirina çareseriyê heye. Em careke din li vir aşkere dikin ku em li pişt vê nameyê, peymana Dolmabahçeyê ne."
Bûldanê axavtina xwe bi gotina "Jin, Jiyan, Azadî"yê bidawî kir.
Digel ku hewa dicemide, Newroz bi stranên Servet Kocakayî dewam dike. Kocakayayî strana Ahmet Kaya ya bi navê "Ağladıkça" stra û bi deh hezaran kesî jî pê re got.
Hevserokê Giştî yê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Berdan Ozturk axivî û got: “Ji bilî berxwedanê ti hilbijartineke me nîne. Dem dema azadiyê ye, dem êdî dema azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalanî ye...”
Piştî axavtinan Rojda derkete ser dikê û dest bi strîna stranên xwe kir. (UAA/AS/FD)