Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li Amedê li ber deriyê mala serbazekê pispor êrîş li wî hatiye kirin, serbaz birîndar bûye.
Li navçeya Yenîşehirê ya Amedê dema serbazê B.D. kelûpelên xwe li tirimbêla xwe ya li ber deriyê xwe bi cih dikir siet dora 9ê bi çekan êrîş lê hatiye kirin.
Hin gulle li ser û pişta serbazî ketine û serbaz ji bo bê dermankirin ji bo Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê hat birin.
Ji bo girtina êrîşkarî/ê/an polîsan dest bi operasyonekê kiriye.(AS/MB)